Diyarname
Kovareke xwerû bi kurdî, bi navê ”Ronî” derket. Kovara ku ji Weşanên Helwest ve hatiye derxistin berhirsiyar û birêvebirê wê Lokman Polat e.
Kovara ku wê sê mehan carekê derê, hejmara xwe ya yekem wekî 106 rûpel derxist. Di kovarê de nivîsên nivîskar Xelîl Cibran, Lokman Polat, Mihemed Ronahî, Fêrgîn Melîk Aykoç, Êlxan Penaber, Elaeddîn Seccadî, M. Saît Alpaslan, Bedel Boselî, A. Bedirxan, Azîz Aliş, K. Ronî, Cankurd û Paşa Uzun hatine weşandin.
Di kovarê de der barê romana kurdî, dîroka kurdî û pêwîstiya kurdînivîsînê nivîs hatine weşandin. Danasîn, nirxandin û anonsa gelek pirtûkên kurdî jî di kovarê de hatine weşandin. Danasîn û analîza pirtûkan û pêwîstiya rexnegiriyê hatiye ravekirin.
Di pêşkêşiya kovarê de tê gotin ku kovara Ronî, kovara dengê zanîna edebî ye û ji bo pêşveçûna lîteratura kurdî xizmet dike. Hate gotin ku kovara Ronî dê bibe kovara analîzî û lîteraturiyê. Dê giranî bide nivîsên li ser danasîn, şîrovekirin û nirxandina berhemên edebî yên kurdî.
Kovarê daye zanîn ku ewê nivîs û rexneyên siyasî neweşînin, ji bilî siyasetê, dê cure cure nivîsên çandî, edebî, felsefî, dîrokî, zanyarî, civakî biweşînin. Dê derheqê weşanên kurdî de agahdarî bêne weşandin.
Her wiha hate gotin ku wê Ronî danasîn, nirxandin û analîzên derbarê pirtûkên sînemayê, şano, çîrok – novel - , roman û helbestê dê asoyê xwendevanan fereh bike, zanîna wan bêtir bike.


