Diyarname
Derhênerê ciwan Onur Bariş belgefîlmekî li ser çîroknivîs Saît Faîk kişand. Belgefîlm niha li Tirkiyeyê di vîzyonê de ye.
Navê wî yê bi temamî "Sait Faik Abasiyanik" e. Sait Fak çîrokivîskarekî navdar ê tirk e. Di nav wêjeya tirkî de cihek wî yê taybet heye. Ew wekî çîroknivîskar navdar bûye lê ligel vê roman jî, helbest jî nivîsandine. Ew di sala 1906'an de li Adapazariya Tirkiyeyê hatiye dinê û di 11'ê gulaan 1954'an de li Stenbolê miriye. Ji çîrokên wî fîlmên fîlmên wekî "Vesikali Yarim", "Muthiş Bir Tren", "Aglayan Melek", "Irmak" hatin kişandin. Niha jiyana wî bû belgefîlm. Belgefîlm jiyana wî ji devê wî vedibêje. Çîroka nivîskariya wî li Lîseya Kurikan a Bûrsayê bi nivîsandina "Îpeklî Mendîl" dest pê kiriye, paşê li Beyoglu Yuksekladirim, dûre li Kuçeya Kirazlimescit a Fatîhê û herî dawî li Bûrgazadaya Stenbolê bi dawî bûye. Lê her cihê têre derbas bûye tiştin nivîsandine û di dawiyê de bi dehan pirtûk pêşkêşî wêjeya tirkî kirine.
Belgefîlmê ku ji aliyê Onur Bariş ve hatiye kişandin, Mert Er têde lîstiye. Belgefîlm bi navê "Benden Hikayesi" (Çîroka wê ji min) niha li Tirkiyeyê di vîzyonê de ye. Belgefîlmê ku bi piştgiriya Wezareta Çandê ya Tirkiyeyê hatiye kişandin, li Bursa û li Bûrgazadaya ku Abasiyanik gelek salên xwe lê derbas kirin hatiye kişandin.


