Diyarname
Festîvala Fîman a Kurt û Kurmancî pêşbaziya kurtefîlman a 1 deqîqeyî dabû dest pê kirin. Niha dema serîlêdana wê dirêj kirin. Dema serîlêdanê ya dawî heta 31'ê berfanbara 2021'ê ye. Kurtefîlmên bên şandin divê ji 1 deqîqeyî ne zêdetir bin. Malpera "sînemayakurdî.com" û "Tor Film Production" bi hev re “Mîhrîcana Filman a Kurt û Kurmancî” lidar bixin.
Şertên serîlêdanê bi vî rengî ne:
1- Divê fîlm herî zêde 1 deqe be. Heger fîlm di ser 1 deqeyî de be dê were betal kirin û tevlî pêşbirkê nebe.
2- Heya 31 Berfanbar 2021'an hewce ye hûn fîlmên xwe bişînin.
3- Îsal mijara sereke zimanê Kurdî ye. Kesên bixwazin li ser vê mijarê bi hemû zimanên din jî dikarin tevlî bibin.
4- Her kes tenê bi fîlmekî dikare serî li pêşbirkê bide.
5-Piştî film hatin û şûnde dê endamên jûriyê filmên ji bo festivalê hatine binirxînîn û ji nav wan filman hilbijêrin. Fîlmên hatine hilbijartin ên li ser malperê werin zêdekirin.
6- Piştî ku serlêdan bi dawî bû (31 Berfanbar) xelatdayîn de destpê bike. Xelata yekemîn dê li gor dengdayîna li ser malperê ji aliyê bîneran-temaşevanan ve were diyarkirin. Xelata duyemîn û sêyemîn jî dê ji aliyê jûriya mihrîcanê ve werin hilbijartin. Xelata mansiyonê ya bi navê "Kurdistanê" jê dê were dayîn.
Hûn dikarin fîlmê xwe bi rêya vê malperê bişînin.
Xelatên pêşbaziyê:
Yekemîn: 500 euro (Xelata Sîmemaya Amûdê)
Duyemîn: 500 euro (Xelata Taha Karîmî)
Sêyemîn: 500 euro (Xelata Xelîl Dag)
Çaremîn: (Xelata Taybet Ya Kurdîstanî)


