logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Siyasetmedar Mehdî Zana mir
  2. Afîşên Mîhrîcana Fîlman a Rojava hatin belav kirin
  3. Jinên Amedsporê bi 7-0 li pêş bûn, reqîb vekişiya
  4. Festîvala Fîlman a Bogazîçî li benda fîlman e
  5. Zanîngeha Rojava dijî biryara Wezareta Perwerdehiyê derket
news-details

Festîvala Şanoyê ya Stenbolê amade ye

Bernameya 23’yemîn Festîvala Şanoyê ya Stenbolê hat eşkere kirin. Festîvala ku ji aliyê ÎKSV (Weqfa Çand û Hunerê ya Ste

  • Dîrok: 09/09/2019
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Diyarname

Bernameya 23’yemîn Festîvala Şanoyê ya Stenbolê hat eşkere kirin. Festîvala ku ji aliyê ÎKSV (Weqfa Çand û Hunerê ya Stenbolê) îsal di navbera 13’ê sermawezê û 1’ê berfanbarê de li dar dikeve. Ji derveyî Tirkiyeyê 12 kom Stenbolê. Ji Tirkiyeyê jî 16 kom hene ku ev 28 komên şano, dans û performansê dê 78 berhemên cur bi cur pêşkêş bikin. Di festîvalê de ciwanên ji Wanê tên jî dê bibin mêvan.


Mijara bingehîn a festîvalê îsal wekî “Jiyan berevajî ye” hatiye diyarkirin û di sehneyê de qalibên bi giştî hatine qebûlkirin dê bigirin bin lêpirsînê, bi teknîka derveyî qaliban dê berê xwe bibin mijarên “Dik li ku ye?” û “Lîstikvan kî ye?”.


Festîval îsal Xelatên Rûmetê dide lîstikvanê şanoyê û derhener Ferhan Şensoy, dîzanykarê sehneyê Metin Deniz û derhêner Emmanuel Demarcy-Mota.


Di çarçoveya lîstikên navneteweyî de lîstika “Notlêkirina ji bo dîrokê” dîrok û şanoyê digihîne hev. Lîstika ku ji pirtûka M. Riboulet û H.Boucheron a bi navê “Prendre Dates” girtine, li ser qeyranên mezin çawa bandorê li civakê dikin disekine. Lîstika ku Delphine Ciavaldini bi rê ve Marc Citti û Serge Renko dilîzin. Lîstik rojên 14 û 15’ê sermawezê li Navenda Çanda Fransiz dê bê lîstin.


Heft dansgerên Baleya Moskovayê bi lîstika “Her rê ber bi bakur ve diçe” tê Stenbolê. Şanoya mezin a Rusyayê Theatre of Nations bi lîstika “Sîrk”ê tê. Lîstika ku derhêner Grigory Aleksandrov ew kiribû fîlm vê carê wekî şano li Stenbolê ye.

“Being Faust-Enter Mephisto” listîkek alman e ku ji pirtûka Goethe “Faust” girtine  dê pênc caran li STenbolê di çarçoveya festîvalê de bê pêşkêşkirin.


Yek ji wêjeya hemdem a Rus Puşkin e û metna wî “Yevgeni Onegin” ji aliyê Şanogeha Vaktangov di bin derhêneriya Rimas Tuminas de bû lîstik û ew dê du caran (21-22’yê sermawezê) bê pêşkêş kirin.


Ji Tirkiyeyê jî hin lîstikên ku derdikevin pêş hene. Di festîvalê de yê Genco Erkal 60’emîn sala wî ya şanoyê û yê Şanogeha Dostlor jî 50’emîn sala wê dê bê pîrozkirin. Di vê çarçoveyê de Genco Erkal bi sê lîstikên xwe dê li ser dikê be: “Yaşamaya Dair”, “Defterê Bîrarînê yê Dînekî” û “Merheba”


ÎKSV û Ajansa Pêşvebirina Rojhilatê Anadoluyê salek piştgirî dan hin ciwanên li Tuşbaya Wanê. Wan lîstika Ozen Yula ya bi navê “Dunyanin Ortasinda Bir Yer” (Cihek li navenda dinyayê) amade kir û ew lîstik niha di festîvalê de dê bê pêşkêş kirin. Her wiha bi hevkariya her du saziyan lîstikvanên ji Wanê hatine wekî mêvan dê derfetê bibînin ku hemû lîstikên li festîvalê temaşe bikin.

Lîstika nivîskara şanoyê û derhêner Şahika Tekan a bi navê “Lo” wekî lîstika destpêkê ya festîvalê ji Tirkiyeyê dê derkeve pêşberî temaşevanan.


Ji metnên Buchner “Baraka û Qesr” bi pêşkêşiya derhêner Yucel Ertan wekî manîfestoyek polîtîk tê. Lîstika ku bi muzîka yekser û li ser sînorên absurdiyê hatiye amadekirin lîstikvanên wekî Aydin Sigali, Alican Yilmaz, Melih Duzenli, Selin Sevdar, Nurşin Durmaz, Doruk Akçiçek, Gokçe Burcu Zumrut, Nazmi Karaman, Vakur Pehlivan, Ege Gritcu dilîstin. Lîstik 15’ê sermawezê li Tiyatro Pera tê lîstin.


Bilêtên lîstikên şanoyê 14’ê vê mehê dê bêne firotin, yên bixwazin dikarin ji fîşeya İKSV yan jî ji ser Bîletîksê re bilêtan bikirin. Ji bo xwendekaran bilêt bi buhayê 15 TL’yî ne lê kontenjan bi sînor e.

Lîstika Rus Puşkin “Yevgeni Onegin” ji aliyê Şanogeha Vaktangov tê pêşkêş kirin.  

 

 

 

 ***

www.bizebiletal.com

        

 

 

** ***

 

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.  


Parve Bike

Youtube Me

Pirtûka helbestan a bi navê “Serêkaniyê” ku ji aliyê Dîlan Şewqî ve hatiye nivîsandin,

news

Siyasetmedar Mehdi Zana ku ev çend roj bûn nexweş bû û li rexweşxaneyê bû îro mir.

news

E-Pirtûka “Gotinên Derûnkolerî” derket û jibo daxistinê linka jêr bitikîne

news

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

Roja Tiwaletê

news

"Em neviyê Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Meleyê Cizîrî ne; em rêhevalê Baba Tahirê Ûryan in"

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news

Dengbêj Sebrî Agirî...

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 29 08 2026

Afîşên Mîhrîcana Fîlman a Rojava hatin belav kirin

news
  • 28 08 2026

Jurî 'Belgefîlman' û 'Kurtefîlman' eşkera bî

news
  • 19 08 2026

Rojên li darketina Fûara Pirtûkan a Amedê diyar bû

news
  • 18 08 2026

Li Geverê bi deh hezaran kes hatin ba hev

news
  • 14 08 2026

Kerem bikerê; Bê pere ro fîlman temaşe bikerê

news
  • 07 08 2026

Festîvala Koxê bi meşê dest pê kir

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
news

Zerban

  • Omer Dilsoz
news

Binyata mîtolojiya Kawayê Hesinkar di 'Dîrok' a Herodotes de

  • Kazim Polat
news

Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê

  • H. Kovan Baqî
Ev jî hene
ad

Heyeta KCD-BDP'ê û Nêçîrvan Barzanî hatin ba hev

ad

Çapemeniya dinyayê cihek fireh da komkujiyê

ad

Şîrketên anketan ji bo HDP'ê gotibû çi? (Ji bo 7'ê pûşperê)

ad

Ew êdî parçeyeke jiyana me ye!

ad

Bi Madonna firaq dan şûştin

ad

Li Spanyayê aqûbeta 114 hezar kesî tê pirsîn

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Siyasetmedar Mehdî Zana mir

  • 29 08 2026
news

Afîşên Mîhrîcana Fîlman a Rojava hatin belav kirin

  • 29 08 2026
news

Jinên Amedsporê bi 7-0 li pêş bûn, reqîb vekişiya

  • 29 08 2026
news

Festîvala Fîlman a Bogazîçî li benda fîlman e

  • 30 08 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname