Diyarname
Motora lêgerê Google ku 11'emîn salvegera xwe pîroz dike êdî her di nav jiyana me de ye. Googleyê ji bo 11'emîn salvegera xwe her du "L" wekî "11" bikar anî û logoya xwe weşand.
Belê ew bi her awayî di nav jiyana me de ye. Rojnamegerên me ji wê agahiyên xwe berhev dikin. Xwendekarên me spartekên xwe yên malê ji wê dipirsin. Rêwiyên me bi wê navnîşanên xwe dibînin. Muzîk, foto, konser, sînema û gelek tiştên din... Hûn çi dipirsin, ew dibersivîne. Belê ew Google ye û niha ketiye 11 saliya xwe.
Bi hêviya gelek sal û xebatên din...


