Enqere
Dema şer çê bibe mezinên dewletê li Enqereyê di vê derê de wê bêne parastin.
Dema şer yan seferberî çêbe, yan jî êrîşeke bi çekên nukleer, kîmyewî û biyolojîk pêk bê, di rewşeke wisa de ji bo mezinên dewletê yên wekî Serokomar, Serokwezîr, Serfermandarê Leşkerî biparêzin stargeheke hate çêkirin. Stargeha ku cihek nêzî Enqereyê hatiye çêkirin li hemberî çekên kîmyewî û nukleerê jî tê parastin.
Li gor nûçeya rojnameya Hurriyetê (26.12.2010) stargeh li bin erdê hatiye çêkirin û li erd dar hatine çinîn, giya hatine çandin. Dîwarê stargehê 60 santîmetre beton, 75 santîmetre tûle û 90 santîmetre ji axê hatiye çêkirin.
Nûçe dibêje ku di stargehê de cihê 300 kesî heye û bi tu awayî bi derve re têkilî neyê danîn jî hewa û ava li hundir ji bo van 300 kesan ji bo 3 rojan têrê dike. Bingeha ragihandinê ya di stargehê de jî wisa hatiye çêkirin ku bênavber dikare bi her derê dinyayê re têkilî deyne.
Di rewşeke şer de serokwezîr biryar dide ku ev der dê kengê bê bikaranîn.
Di bexçeyê stargehê de du cihên ji bo firokan hene û dora wê derê jî hem bi têlên jilêtîn hatine pêçan hem jî 24 saetan bi kamerayan tê raçavkirin.


