Diyarname
Wezareta Tirkiyeyê "Mem û Zîn" çap kir. Hîndekar Kadri Yildirim wê rexne dike.
Demek berê Wezareta Çand û Tûrîzmê ya Tirkiyeyê "Mem û Zîn"a Ehmedê Xanî çap kir û belav kir. Lê derket holê ku Mem û Zîna Wezaretê bi şaşiyan hatiye dagirtin. Niha pirtûkek rexneyî li ser wê Mem û Zînê hate nivîsandin û weşandin.
Pirtûka ku bi navê “Kultur Bakanligi’nin Mem û Zîn Çevirisine Eleştirel Bir Yaklaşım” (Awireke Rexneyî ya li Wergera Mem û Zîna Wezareta Çandê) bi tirkî ji aliyê hîndekar Kadri Yildirim ve hatiye nivîsandin ji Weşanên Avestayê derket.
Wezaretê di pirtûkê de digel destnivîsê, transkrrîpsiyon û wergera wê ya tirkî weşandibû, lê di pirtûkê de ecêbî, şaşiyên wergerê û şaşiyên din hebûn. Pirtûk li ser wergera Mehmed Emîn Bozarslan hatibû avakirin ku ew werger berê hatibû sansurkirin, hatibû qedexekirin.
Niha pirtûka nirxandina vê pirtûkê û wergera wê ji aliyê Yildirim ve hate amadekirin. Yildirim di pirtûka rexneyî ku nivîsandiye de yek bi yek li ser kêmasiyên "Mem û Zîn"a wezaretê disekine, rastiya wan radixe ber çavan, kêmasiyên ku di wergerê de hatine kirin nîşan dide.
Weşanxaneya Avestayê ku pirtûka Yildirim weşandiye diyar dike ku klasîkên din ên kurdî ger ji aliyê saziyên fermî ve bêne weşandin ji bo dîsa rastî qedereke bi vî rengî neyên wan ev pirtûk weşandiye.
Kadri Yildirim kî ye?
Nivîskar û hîndekar Kadri Yildirim li Licêya Amedê hatiye dinê. Piştî zanîngeh xilas kiriye di sala 1986'an de dest bi mamostetî kiriye û 13 salan ev kar dom kiriye. Di navbera salen 1994-98'an de, li Zanîngeha Herranê Fakulteya Îlahîyatê de Doktora û Lîsanla Bilind di warê Beşa Wêje û Zimanê Erebî de temam kiriye. Di sala 1999'an de Wekî cîgirê Doçent li Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Dîcleyê hatiye peywirdarkirin. 2004'an de bûye doçent, 2010'an de jî bûye profesor. Yildirim hê jî li Zanîngeha Artûklû ya Mêrdînê cîgiriya rektor û midûriya Enstîtuya Zimanên Dijîn dike.
Kultur Bakanligi’nin Mem û Zîn Çevirisine Eleştirel Bir Yaklaşim / Kadri Yildirim /208 rûpel / Weşanên Avesta/


