Diyarname
Olay TV kanala kî ye? Kanala karsarekî bi navê Cavit Çaglar e. Çaglar di salên 90'î de frenkansa wê girtibû. Bi vî navî demek dirêj wekî kanaleke herêmî kar kiribû lê van salan rawestiya bû. Îsal Çaglar biryar da ku kanalê aktîf bike. Ji bo vê rojnameger Suleyman Sarilar kirin gerînendeyê weşanê û kanalê nêzî mehek berê dest bi weşanê kir.
Çaglar berî weşanê gotibû ez dest nadim naveroka weşana kanalê, kanalê jî wekî rêgez ev ragihandibû, "Emê tenê nûçeyê ragihînin, ne şiroveyê, tenê nûçe". Û bi vî awayî kanalê dest bi weşanê kiribû, lê duh piştî 26 rojên weşanên kanal hat girtin. Di rewşek wisa de vekirina kanalek wisa û li ser nûçeyan biryarek mezin bû û gelek kes şaşwaz bûbûn. Meraq jî ew bû dê kanal bikaribe wisa bidome yan na? Tenê 26 rojan dom kir.
Ji ber sedema vê gelek tişt hatin gotin lê îro li Meclisa Tirkiyeyê rewş hinek din zelal bû. Îro di navbera Berdevka Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş û Berdevkê Koma AKP'ê Chait Ozkan de li Meclisa Tirkiyeyê nîqaş derket.
Ozkan wisa got, "Li demokrasiyên welatên rojava çi hebe, li welatên endamên Konseya Ewropayê azadiyeke çawa ya çapemeniyê hebe, mafê bidestxistina nûçeyê çiqas hebe, şikir li cem me jî ev heye."
Bi vê re Beştaş wêneyê tarî yê ku girtina kanala Olya TV nîşan dide nîşanî Ozkan da. Ozkan wisa bersiva Beştaş da: "Niha ev kanal ê we ye? Na. Ê me ye? Na. Yê k^iye? Yê komek karsazan e. Niha xwediyê vî kanalî Cavit Çaglar radibe dibêje 'Bu kanala ku ez jî şirîkê wê me ji mafê bidestxistina nûçeyê zêdetir bûye wekî weşana HDP'ê." Niha mimkûn e kanalek bibe weşana HDP'ê? Dikare bibe. Li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê derfetê dide vê. Hûn jî dikarin rabin kanalek vekin û serê sibê heta êvarê weşana xwe bikin. Lê xwediyê kanalê dibêje: 'Me ji bo mafê zagona bingehîn a gel a azadiya çapemeniyê vekir, lê min mêze kir bûye weşana HDP'ê. Piştî vê em rûniştin me got em bigirin.'"
Li ser vê yekê Mebûsa HDP'ê Gulistan Kiliç Koçyigit pirsa "Gelo bi ser TMSF'ê re we tehdîda destdanîna ser kanalê ji bo Cavit Çaglar şand? Rastiyan bêjin, rastiyan." Piştî vê Beştaş wisa got, "Olay TV carek civîna Koma HDP'ê weşandiye. Hûn ji gotina HDP'ê tirsiyan. Hûn tirsiyan ku gel gotinên HDP'ê bibihîze. Her kes dizane bi zordariyê we Olay TV girt. Ji bo me bersiva vê bidin: Li TSMF'ê çi qewimî? Dema Cavit Çaglar çû TMSF'ê we bi çi ew tehdît kir, çi şantaj nîşanî wî da?"
Li ser vê Cahit Ozkanê AKP'î ji cihê rûniştî got, "Deynên Cavit Çaglar ji bo TMSF'ê nîn in."


