Diyarname
Serokwezîrê Libnanê ragihand ku di êrîşa hewayî ya Îsraîlê de de rojnamegera libnanî Emewêl Xelîl hatiye kuştin û wênegir Zeinab Faraj ku serbest dixebitiye jî birîndar bûye.
Li ser vê BBC rahinad ku bûyer 22'yê mehê li başûrê Libnanê çêbûye. Rayedarên Libnanê îdîa kirine ku dema ambulansek dixwest xwe bigihîne rojnamegeran Hêzên Parastina Îsraîlê (IFD) ambulanseke kiriye hedef, lê IDF'ê ev yek red kiriye û gotiğe wan tu astengî çênekiriye û wan rojnameger jî nekirine hedef.
Rojnameger Emel Xalîl a 43 salî û ji bo rojnameya rojane El-Axbar a Libnanê dixebitî. Xelîl û Faraj bi hev re diçûn nûçeyê. Tê gotin ku di bûyerê de du mêr jî mirine lê nasnameyê wan diyar nebûye.
Serokwezîrê Libnanê Nawaf Selam serxweşî ji bo malbata Xelîl xwestiye û gotiye, "Ewê ev tawanên şer bibin platformên navneteweyî."


