Diyarname
Papayê Vatîkanê Papa Francis piştî serdena Bexdayê vê sibê li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê peya bû. Serokê Herêma Kurdistana Federe Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Papa kir. Barzanî got: “Em bi hemû pêkhateyên Herêma Kurdistanê şanazî bi serdana we dikin û her tim li gel aştî û diyalogê ne.”
Li balafirgehê ligel Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistana Federe Mesrûr Barzanî û wezîrên din amade bûn. Merasimeke bi stranên kurdî û dayîna çiqlên zeytûnê ji bo Papa hat amade kirin û ew bi coş hat pêşwazîkirin. Papa sipasiya xwe ji bo vê pêşwaziyê kir.
Serokê Herêma Kurdistana Federe Nêçîrvan Barzanî ji ser hesabê xwe yê twitterê re jî ev peyam belav kir: "Di destpêka seredana wî ya Kurdistanê de, şerefmend im ku li Hewlêrê pêşwaziya Papa Francis dikim. Em dîsa pêgîriya xwe ya hertimî ji bo aştî, azadiya olî û biratiyê tekez dikin. Serê xwe li ber Pêşmergeyên qehreman û tevaya şehîdên rêya aştî û azadiya hemû Iraqiyan ditewînin.”
Rêberê kurd Mesûd Barzanî jî li ofîsa xwe pêşwazî li Papa kir û ligel hev dan û standin kirin.

***
Nûçeya Eleqedar:
- Papa li Iraqê axivî: Ji bo pêşketina Iraqê peywir dikeve ser milê civaka navneteweyî


