Diyarname
Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê li 6 cihên bajêr li parkan fîlm bi gel da temaşekirin.
Di van rojên vîrusa koronayê de salonên sînemayê girtî ne, gel jî aciz e. Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê li 6 cihên Îzmîrê li parkan ekranên mezin danîn, gel ligel erebeyên xwe vexwend wir û di erebeyan de fîlm bi wan dan temaşekirin. Bi vî awayî kêliyek cuda bi wan da hîskirin. Her wiha berî nîşandayîna fîlm li mêvanan gazoz û misir jî îkram kir.
Çalakî êvara 15'ê mehê li dar ket lê berî vê bi çend rojan hat ragihandin û kesên dê bi erebeyên xwe biçûna qeydên xwe çêkirin. Hat gotin ku di 19 saniyeyan de mirovan qeydên xwe çêkirine û cihên hatine diyarkirin tije bûne jî. Duh (15'ê mehê) êvanê saet 21'ê de li cihên cur bi cur ên Îzmîrê wekî Bostanli, İnciralti Demokrasi Meydani, Fuar İzmir, kêleka Qada Rekreasyon a Aşik Veysel a Bornovayê, Buca û Çîglî gel li fîlmê Bedran Guzel "Bayî Toplantisi" temaşe kir.


