Diyarname
Di Lîga Ewropayê ya UEFA'yê de maçên nîv fînalê îro hatin lîstin. Ji maçan Manchester United (MU) bi 6 gol maça Romayê şewitand û hema bêje derbasî nîv fînalê bû jî...
Êvara 29'ê mehê her du maçên nîv fînalê yên Lîga Ewropayê hatin lîstin. Tîma îngilîz Manchester United tîma îtalî Roma kir mêvan. Ji MU'yê Bruno Fernandes di deqeyên 9 û 71, Edison Cavani di deqeyên 48 û 64, Paul Pogba di depeyê 75'an û Mason Greenwood di deqîqeya 86'an de gol avêt. Bi du golan (Lorenzo Pellegrini dq 15, Edin Dzeko deqe 33) Romayê bersiv da lê têra wê nekir. Roma bi stûxwarî vegeriya mala xwe. Surprîzek çênebe ji niha de diyar e MU derbasî fînalê bû lê dîsa jî em li benda maça duyemîn bin.
Di maça din de tîma îngilîz li Spanyayê li Villarrealê bû mêvan, bi mêvaniya xwe nizanî: Golek avêt û bi ajantaj vegeriya mal.
Maçên duyemîn d ê roja 6'ê gulanê bêne lîstin. Du tîmên serketî dê derbasî fînalê bibin û yên din dê vegerin mala xwe.


