Diyarname
Rêberê cîhana ruhanî Papa Francis ji bo gera 3 rojan çû Iraqê. Papa dê here Hewlêrê jî.
Serokomarê Iraqê yê kurd Berham Salih par Papa vexwendibû Iraqê. Papa îro hat Iraqê û Serokomarê Iraqê Salih pêşwazî li wî kir. Di civîna ku ligel Serokomar Salih, endamên saziyên sivîl û dîplomat hebûn de Papa axivî û got: "Divê em dinyayeke nû pêşkêşî nifşê pêşerojê bikin. Ji bo biratiya rastîn diyalog divê. Pir-rengiya ol^iya li Iraqê bi sedan salan berê welat kiriye cihek taybet. Berzkirina welat tenê têrê nake. Serketina ji nû ve bilindkirina wê muhîm e. Bi salan ji bo Iraqê me dia kirin. Bes e êdî tundî û reşbînî. Divê mirov pêşî li xirecirên herêmî bigire ku Iraqê dixe nava talûkeyê. Ji bo pêşvebirina Iraqê û aştiyê peywir dikeve ser milên civaka navneteweyî."
Papa pêşî dê here serdana xiristiyanên wir û dûre dê bi nûnerên olî yên din hevdîtinê pêk bîne. Li gor bernameyê 6'ê mehê Papa li Necefê dê here serdana rêberê şiiyên Iraqê Ayetullah Elî el Sîstanî, dûre dê here serdana êzîdiyan jî.
Li gor bernameya roja dawî dê Papa here Hewlêrê ligel Rêveberiya Herêma Kurdistana Federe hevdîtinê pêk bîne.
(Foto AP'ê kişandiye)


