Diyarname
Lijneya Rêveberiya Amedsporê îro li hev civiya û bi yek dengî biryar da ku kongreya awarte li dar bixin.
Li gor biryarê kongreya klûbê roja 12.11.2024'an dê li ÇandAmedê li dar bikeve. Ger di kongreyê de piraniya delegeyan ne amade bin, li heman cihî 19'ê mehê bêyî li benda praniyê bin dê kongreyê saz bikin.
Rêveberiya heyî di bin Serokatiya Aziz Elaldi de par tîm di Lîga 2'yan de kir şampiyon û anî Lîga 1'emîn. Di Lîga 1'emîn de heta niha ji ber serketinên divê bi dest nexistibû, rêveberî û heyeta teknîkê rastî rexneyan hatin. Hin temaşevanan banga îstîfayê kirin. Li ser vê yekê lijneya rêveberî ya klûbê civiya û biryareke bi vî rengî girt. Piştî vê biryarê dê serokê niha careke din bibe berendam, kesek din dê xwe bide pêş yan na nediyar e.
***
Nûçeya me ya duh:
- Gelo Amedspor wê kongreyê li dar bixe?


