Diyarname
Îtalyayê di 120 deqe de karî Avusturyayê têk bibe û derbasî çarîk fînalê bibe. Teknîk dîrektorê Îtalyayê Roberto Mancini piştî maçê axivî: "Divê me zûtir gol biavêtana. Demên zêdek westandineke zêde bi xwe re anî. Lîstikvanên ji yêdekê ketin sehayê bandora xwe nîşan dan. Berî maçê min texmîn dikir wê ev maçeke zor be lê min ew qas texmîn nekiribû. Îhtîmal e ev maça Avusturya ji maçên çarîk fînalê zortir bû."
Îstatîstîkên Îtalya û Mancini
Îtalyayê di vê maça 4'an a Euro 2020'î de bû 4 caran bi ser dikeve. Bû 31 maç bi ser dikeve. Di warê golnexwarinê de bû tam 1168 deqîqeyan golê naxwe. Ev yek rekor e. Lê di deqîqeya 1168'an de gol xwarin. Tîma Mancini di 31 maçan de 83 gol avêtin, tenê 8 gol xwarin. Ji van 31 maçan tam 23'yan de bêyî golek bixwin temam kirin, dîsa ji 31 maçan di 26 maçan de bi ser ketin.
Mancini ji aliyê guherandina lîstikvanan de jî hemleyên baş kirin. Di deqîqeya 67'an de Pesissan, deqîqeya 84'an de Chiesa xist maçê. Chiesa di deqîqeya 95'an, Pessina di deqîqeya 105'î de gol avêt.


