Diyarname
Xelatên Goya xelatên Spanyayê yên navneteweyî ne û li nav welat gelek bi qedr in, li qada navneteweyî jî xwedî bi bandor in. Xelatên îsal bi merasimek hatin belavkirin. Di şevê de fîlmê derhêner Fernando Leon de Aranoa ê bi navê ”El Buen Patron” (Patronê Baş) mohra xwe li şevê da. Fîlmî “Xelata Fîlmê Serketî” girt. Derhênerê fîlmî Fernando Leon de Aranoa “Xelata Derhênerê Serketî” û “Xelata Senaryoya Herî Serketî”, lîstikvanê fîlmî Javier Bardem jî “Xelata Lîstikvanê Serketî” girt. Li aliyhe din fîlmê derhêner Thomas Vinterberg “Druk” jî Xelata Fîlmê Serketî yê Ewropayê girt.
Ji sala 1987’an ve Xelatên Goya têne belavkirin. Di merasima xelatdayînê de Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez, Cîgira Serokwezîr û Wezîra Xebatê Yolanda Diaz, Wezîrê Çand û Sporê Miquel Octavi İceta amade bûn. Her wiha kesên navdar wekî derhêner Pedro Almodovar, lîstikvan Penelope Cruz, stranbêj Joaquin Sabina û lîstikvan Cae Blanchett jî amade bûn.
Fîlmê “Madres paralelas” di 8 waran de wekî berendam hatibû nîşandayîn lê balkêş e qet xelat negirt. Fîlm qala şerê navxweyî yê Spanyayê û windayiyên di dema dîktatoriyê de dikir.
Va ne xelatên hatin belavkirin:
- Fîlmê Herî Serket: El Buen Patron
- Derênerê Herî Serket: Fernando Leon de Aranao (El Buen Patron)
- Lîstikvanê Herî Serket: Javier Bardem (El Buen Patron)
- Lîstikvana Herî Serket: Blanca Portillo (Maixabel)
- Fîlmê Serketî yê Ewropayê: Druk (Derhêner Thomas Vinterberg - Danîmarka)
- Senaryoya Herî Serket: Fernando Leon de Aranao (El Buen Patron)
- Lîstikvana Hêviyê Dide: Nora Navas (Libertad)
- Xelata Rûmetê ya Navneteweyî: Cate Blanchett
- Xelata Belgefîlmê Herî Serketî: Who’s Stopping Us (Derhêner Jonas Trueba)


