Wan
KURDÎGEH'ê di çarçoveya çalakiyê ji bo 21'ê Reşemî Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanî de pêşengeha Navdarên Kurd vekir.
Komeleya Pêşxistina Çand û Zimanê Kurdî (KURDÎGEH), li Galeriya Hunerê ya Rêya Armûşê pêşengeha Navdarên Kurd vekir. Parlamenterên DEM Partiyê Mahmut Dîndar, Zulkuf Uçar, hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan, hevşaredarên navçeyên navendî yên Wanê, endam û rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl û gelek welatî beşdarî pêşengehê bûn.
Di peşengehê de portreyên navdarên kurd û pirtûkên ku der heqê jiyan û berhemên wan de agahî didin hatin peşkeş kirin.


