Diyarname
Îşev bi hinek fuzeyan êrîşê Hewlêrê kirin. Di êrîşê de ziyanên madî çêbûn. Di ofîsa kanala Kurdistan 24 de jî hin zirarên madî çêbûn.
Êrîş saet 01.03'yê nîvê şevê çêbûye. Ser hev de fuze hatine avêtin.
Li gor nûçeya Rûdawê 14 fuze li Kolsolosxaneya DYA ya Hewlêrê û gundê Mele Omer û derdora wê ketine.
Wezîrê Tenduristî yê Herêma Kurdistanê Saman Berzencî gotiye ku tu ziyanên canî tune ne.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Facebokê wisa got: “Hewlêr li ber tirsonekan naçemîne. Ez bi tundî vê êrîşa terorî ya ser çend cihên Hewlêrê şermezar dikim û bangî xelkên leheng û mêrxasên Hewlêrê dikim, ku sebir bikin û rênîşanên dezgehên asayişê jî bi cih bihînin. Spasiya xweragirtina wê dikim.”
Li aliyê din kanala Kurdistan 24 TV dîmenên nav ofîsa xwe ku zirar dîtiye belav kir.
(Dîmen ji ofîsa K24 in)


