logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

‘Ferhenga Felsefeyê’ derket

Weşanxaneya Na ku dest bi weşandina pirtûkên felsefeyê kiriye wekî gava yekemîn pirtûka Alî Gurdîlî “Ferhenga Felsefeyê”

  • Dîrok: 05/10/2021
  • Beş: Berhem

Diyarname

Weşanxaneya Na ku dest bi weşandina pirtûkên felsefeyê kiriye wekî gava yekemîn pirtûka Alî Gurdîlî “Ferhenga Felsefeyê” weşand.

‘Ferhenga Felsefeyê’ (Dictionary of Philosophy, Felsefe Sozlugu) bi çapeke taybet derket. Di ferhengê de li dor 1100 têgihên felsefî, feylesof û felsefeya fîlozofan hatine nasandin û di dawiya nasandina têgihan de têgihên bi zimanê îngilîzî, fransî û tirkî hatine nivîsandin. Li gor gotina weşanxaneyê ev nêzî 20 salan e Gurdîlî li ser vê xebatê disekine. Weşanxaneya Na ku berê li ser êzdayetî, avestalojî pirtûk derxistibûn, niha beşa felsefeyê li ser vê zêde kiriye û di vê gavê de wisa gotiye: “Wekî Weşanxaneya Na’ê em jê bawer in ku felsefe jî, yek ji wan nirx û çalakiyên mirovî yê dema me ye û ne kêmtirê zanist, wêje û hunerê ye. Loma jî, me biryar daye ku em piştgirîya kar û xebatên felsefeya kurdî bikin. Xebatên koma felsefevanên kurdîziman, bi diruşma ‘felsefe, bi kurdî xweş e’ di bîr û raya kurdî de tê zanîn û hêjayî gotinê ye ku gelek kesen di komê de cih girtine, xizmeteke baş kirine ji bo çand û zimanê kurdî. Mijar û xebatên derbarê felsefeyê de, hêja ne ku meriv piştgirîya wan bike, bixwîne û bide xwendin.”

NA’yê eşkere kiriye ku ew amadekariya çapkirina seta felsefeye jî dikin ji bo di demekê nêz de çap bikin û bi vî hawî jî, bikaribin xizmeta çand û zimanê kurdî bikin.

Alî Gurdîlî kî ye?

Alî Gurdilî, civaknas û felsefevan e. Di sala 1966’an de li gundê Gurdilana Misirca Sêrtê hatiye dinê. Piştî ku di sala 1980’yan de bi hemû malbata xwe re koçê bajarê Îzmîrê dibe li Zanîngeha Egeyê dest bi xwendinê dike û beşa civaknasiyê û wê beşê dixwîne. Nêzîkê pazdeh sal in hewl dide ku di hinek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî ên zanistî û felsefî di kovarên wekî Kovara W, Tîroj û Xwenas, Felsefevan û Ajdayê de hatine çapkirin. Niha li Tirkiyeyê dijî, mamostetiya beşa felsefeyê dike û bavê du zarokan e. Berpirsiyar û edîtorê malper û Kovara  Felsefevan e. 

Pirtûkên wî:

1- Dengê Felsefeyê, Weşanên Doz, Rêbendan 2006

2- Rewîtiyeke Zanistî, Weşanên Doz, Gulan 2007

3- Jiyan û Felsefeya Mensûrê Hallac ‘Enel Heq’, Weşanên Evrensel. 

Stenbol 2015

4- Destpêka Felsefeyê, Weşanên Soran, 2015

5- Antolojiya Feylesofan, Weşanên Soran, 2015 

-  Ferhenga Felsefeyê / Alî Gurdîlî / Weşanên Na / 529 rûpel / Ferheng / 2021


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 21 10 2026

Pirtûkeke nû, 'Şebrona' hat

news
  • 15 10 2026

'Dengê Helbesta Kurdî' derket

news
  • 13 10 2026

Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news
  • 12 10 2026

Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin

news
  • 06 10 2026

'Vateyê Verênanê Zazakî' veciya

news
  • 04 10 2026

'Destpêk û dîroka sînemaya kurdî' derket

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Klîba Hefteyê: Ji dengê Bavê Selah 'Dewrêşê Evdî'

ad

Zarokên Sûrê bi şahiyê dilşad bûn

ad

Berendamê YNK'ê Nîzar Amêdî bû Serokomarê Iraqê

ad

2018: Pirtûkên kurdî yên ku herî zêde hatine firotin

ad

Xerîteya zaraveyê kirmanckî

ad

Ji sporê 4 nûçeyên derketin pêş

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname