Diyarname
Îro ji çar maçên hatin lîstin maça herî xweş a Fransa û Avustralya bû. Fransa ku di sala 2018’an de Kûpaya Cîhanê biribû mala xwe, îro bi maça ku lîst carek din nîşan da ku ew yek ji favoriyên herî xurt e. Fransayê bi 4-1 Avustralya têk bir.
Erebistanê Arjantîn têk bir, maçên din wekhev bûn
Di maça pêşî ya îro de Erebistana Siûdî surprîzek çêkir û bi 2-1 tîma favorî Arjantîn têk bir.
Di maçên de Danîmarka û Tûnûs, Meksîka û Polonya hatin hemberî hev, di maçan de wekhevî xira nebû, bi 0-0 maç temam bûn. Di maça Polonyayê de Lewandowskiyê çav li ser wî ne nekarî penaltiyê veguherîne golê.
Heyecan di maça dawî de bû, maça Fransa û Avustralya. Dema lîstikvanên miron ên wekî Olivier Giroud, Mbappe, Griezmann, Dembele hebin pirsgirêk sedî pêncî çareser dibe, îro jî wisa bû. Avustralyayê di deqîqeya 9’an de bi Craig Goodwin 1-0 derket pêş lê paşê Fransa hêrs bû. Di deqîqeya 27’an de Rabiot, 32’yan de Giroud rewşa maçê guhartin. Paşê di deqîqeya 68’an de Mbappe derket ser disê û deqîqeya71’ê de Giroud encam diyar kir: 4-1.
Giroud bi van golan bû 50 gol ku bi formaya Fransayê diavêje. Thierry Henry bi 51 golan di rêza yekemîn de ye. Wisa here Giroud dê rekora Henry binpê bike. Li aliyê din Giroud (36 sal, 53 roj) lîstikvan Zinedina Zidane (34 sal û 16 roj) li dû xwe hişt û bû lîstikvanên herî extiyar ê bi formaya Fransayê golê diavêje.
Ji bo agahiyên li ser Kûpaya Cîhanê:


