logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Siyasetmedar Mehdî Zana mir
  2. Afîşên Mîhrîcana Fîlman a Rojava hatin belav kirin
  3. Festîvala Fîlman a Bogazîçî li benda fîlman e
  4. Jinên Amedsporê bi 7-0 li pêş bûn, reqîb vekişiya
  5. Zanîngeha Rojava dijî biryara Wezareta Perwerdehiyê derket
news-details

Fransayê rê neda bindest bibe serdest

  • Dîrok: 14/12/2022
  • Beş: Kûpaya Cîhanê 2022

Cemil Oguz

Çîrokê wisa dest pê kir: Di nav dîrokê de demek dirêj Fas di bin destê Fransayê de bû. Di sala 1912’yan de “Peymana Fes” tê çêkirin û bi vî awayî “Protektoraya Fransiz a Fasê” tê avakirin. Di 2”yê adara 1956’an de Fas serxwebûna xwe radigihîne. Heta wê demê Fas di bin destê Fransayê de bû. 

Ji wê demê ve bandora Fransayê û fransî li Fasê heye. Niha li Fasê zimanê fermî berberî û erebî ye, lê gelek zimanên din jî têne axaftin wekî hesanî, erebî, berberî û fransî. Ev Fasê ku niha mijara me ye bi fûtbola ku di vê tûrnûvaya Kûpaya Cîhanê 2022 Qatar de lîst derket ser sehneya dinyayê.

Fasê di sala 1970'yan de mafê raste rast beşdariya Kûpaya Cîhanê bi dest xist ku ev bûbû tîma yekem a ku ji Afrîkayê beşdarî vê tûrnûvayê dibe. Di sala 1986’an de wekî yekem tîma Afrîkayê ku kariye ji Maçên Koman derkeve. Serketina wê ya mezin di sala 2012’yan de çêbû, ku di Kûpaya Neteweyên Afrîkayê de bi ser ket û kûpa girt. Ev Fasa ku di Kûpaya Dinyayê de zêde bandora wê nîn bû îsal gelek bi bandor bû. Pêşî ji koman derket, dûre di Dora 16’an de tîma ewropî Spanya, di çarîk fînalê de jî tîma din a ewropî Portekîz şand mal û derket nîv fînalê. Fas bû yekemîn tîma Afrîkayê ku di Kûpaya Cîhanê de derketiye nîv fînalê. Ev yek serketineke mezin bû ji bo wê. Vê carê tîmeke din a ewropî li pêş wan bû lê vê carê ev ne tîmeke ji rêzê bû.

Ji aliyekê ve serdestên wan ê berê bû. Ji aliyek ve bindest dê biba serdest yan na, ji aliyê din ve Fasê dê dîrokeke din binivîsanda û derketa fînalê yan na?… Meraq û heyecan bi vî awayî bû.

Li aliyê din Fransaya bi xwe bawer, Fransaya ku heta niha du caran, di sala 1998 û 2018’an de ev kûpa biribû mal, û dixwest cara 3’yan jî bibe mal. 

TECRUBE SERDEST BÛ

Fransa wekî dîroka welat jî, wekî fûtbol jî, û niha wekî kadro jî xwedî astek bilind bû. Ji Mbappe heta Dembele, Griezmann, Hernandez, Giroud, xwedî wisa lîstikvanan bû ku nayên jimartin. Bi ser de jî efsaneyê fransayê D. Deschamps teknîk dîrektor bû…

Erê Fas berxwedêr bû, lê Fransa jî lez bû, taktîk bû, xwedî tecrube bû.

Fas yekem car bû derketibû nîv fînalê, yê Fransayê cara 7’an bû. 

Bi vî awayî maçê dest pê kir. Maç li Stada Al Bayt bû, 68 hezar û 294 temaşevan lê bûn û hakêm jî ji Meksîkayê Cesar Arturo Ramos Palazuelos bû.

GOLA HERNANDEZ DERÎ VEKIR

Hê di deqîqeya 5’an bû Fransayê bi Theo Hernandez deng da. Lîstikvanê fransî Griezmann ji aliyê rastê ve ket nava sehaya Fasê, pas da Mbappe, wî lê da lê gog ji defansê vegeriya û li aliyê çeperastê sehayê Theo Hernandez xweşik lê da û gol: 1-0.

Golek gelek bi lez bû, atakên Fransayê didomand. Di deqîqeya 16’an de ji xetaya defansê gog ket ber Giraud, wî hinek ajot û lêda, gog ji dîrekê derket derve. Erê Fransayê ataq dikir lê lê Fasê jî dest bi maçê ber nedida. 

Bi Ziyech, En Nesyri, Ambarat dixwest biçe encamê, lê nedibû, defansa Fransayê xeta nedikir. Heta ku di deqîqeya 79’an de gotina dawî Kolo Muani yê ku nû ketibû maçê got. Li nav sehaya Fasê, li ber kelehê Mbappe û Thuramê ku ew jî nû ketibû maçê bi gogê lîstin, herî dawî Mbappe gog digindirand û ji bo Muani tenê lêdan mabû û encam diyar bû. Bi vê encamê Fransayê hemû hêviyên Fasê, hemû xeyalên wê şikandin û derket fînalê.

MAÇA FÎNALÊ

Duh Arjantînê Hirvatistan têk biribû û derketibû fînalê, îro Fransa bû reqîbê Arjantînê. Niha qulpek kûpayê di destê Arjantînê, qulpek di destê Fransayê de ye û 18’ê mehê dê yek ji dest bide. Maç dê li Stada Lusailê bê lîstin. Û her ku Fas e, ligel Hirvatistanê ji bo maça sêyemînî dê bilîze.

ÇEPIK BO FASÊ

Piştî bidawîbûna maçê temaşevanan li ser lingan tîma Fasê pîroz kir, li çepikan da. Lîstikvanên fransiz jî çûn cem lîstikvanên Fasê û teknîk dîrektorê wan Walid Regragui û xemgîniya wî parve kirin.

ÇEND NOT BO LÎSTIKVANAN

Di vê maçê de hin rekor jî hatin şikandin. Qeleparêzê Fransayê Hugo LIoris bi vê maçê re bû 19 caran bi formaya tîma neteweyî derdikeve maça Kûpaya Cîhanê û bi vê bû şirîkê rekora di destê qeleparêz Manuel Neuer de. LIois di maça fînalê de jî bilîze dê bibe 20 car û rekor bi dest bixe. Di vî warî de qeleparêzê brezîlî Taffarel û qeleparêzê alman Sepp Mayer bi 18 caran di rêzê de ne.

Lîstikvanê fransiz Griezmann di vê maçê de gelek serketî bû. Wî heta niha 24 asîst kirine ku di vî warî de î lîstikvanên navdar ên fransiz Zinedine Zidan û Thierry Daniel Henry li dû xwe hiştin û bû yekemîn. Griezmann ligel bilindkirina asta maçê, îro gelek alîkariya defansa xwe jî kir û bi ya min dikare bibe lîstikvanê maçê. 

MACRON RABÛ SER LINGAN

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron jî li stadê bû û ligel Serokê FIFA’yê Gianni Infantino li maçê temaşe dikir. Di golan de Macron gelek kêf kir lê bi taybetî ya diduyan de rabû ser lingan û li çepikan da. 

 

 

Nûçeyên Kûpaya Cîhanê:

- Kûpaya Cîhanê 2022 Qatar, Rûpela Taybet   

Parve Bike

Youtube Me

Pirtûka helbestan a bi navê “Serêkaniyê” ku ji aliyê Dîlan Şewqî ve hatiye nivîsandin,

news

Siyasetmedar Mehdi Zana ku ev çend roj bûn nexweş bû û li rexweşxaneyê bû îro mir.

news

E-Pirtûka “Gotinên Derûnkolerî” derket û jibo daxistinê linka jêr bitikîne

news

Romanek û çîrokek, du klasîkên din ji bo kurdî hatin wergerandin #audiobook

news

'Dilop'ek nû derket #diyarname

news

'Azadî: Bîranîn 1954-2021'#Angela Merkel bi navê "Freiheit. Erinnerungen# #diyarname #audiobook

news

Li Geverê bi deh hezaran kes hatin ba hev #podcast #diyarname #deng #live

news

Navçeyek, mîhrîcanek û fûareke pirtûkan ,diyarname podcast festival #diyarname #podcast

news

Efsaneyên Dêrika Çiyayê Mazî: Birca Pîro, Çil xortên bi gulî

news

Kerem bikerê; Bê pere ro fîlman temaşe bikerê #diyarname #deng #podcast

news

Pirtûkek çîrokan 'Kujer Kî ye?' derket #diyarname #podcast #deng

news

Yek helbest, yek destan du pirtûkên nû derketin #diyarname #deng #podcast

news

Salih Amêdî

news

Ji min nayê

news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

news

Stranbêj Salih Amêdî mir #diyarname #podcast #deng

news

Wesiyet e!

news

diyarname podcast festival3 6

news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

news

NOFA / Eylul Nazlier

news
Kûpaya Cîhanê 2022 - Nivîsên Dawî
news
  • 18 12 2022

Û fînal: Arjantîn an Fransa?

news
  • 18 12 2022

Messi û Arjantîn gihîştin mirazên xwe

news
  • 18 12 2022

Îşev hin nîqaş bi dawî bûn

news
  • 18 12 2022

Bi fotoyan fînala KÛPAYA CÎHANÊ 2022

news
  • 17 12 2022

Maça sêyemînî: Hirvatistan an Fas dê madalyayê bigire?

news
  • 17 12 2022

Sêyemînê dinyayê Hirvatistan e

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
news

Zerban

  • Omer Dilsoz
news

Binyata mîtolojiya Kawayê Hesinkar di 'Dîrok' a Herodotes de

  • Kazim Polat
news

Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê

  • H. Kovan Baqî
Ev jî hene
ad

Vê hefteyê 10 fîlm hene

ad

MHP'ê li Culemêrgê avahiya xwe vekir

ad

Ji Fûara Pirtûkên Kurdî ya Batmanê hin çavdêrî, pirtûkên zêde hatine firotin

ad

Bi daxwaza xwe diçe klînîka rehabîlîtasyonê

ad

Ev wêneyê xalîçeyê li Îranê hatiye kişandin

ad

Li Kitêbxaneya kurdî sohbeta li ser çîrokê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Siyasetmedar Mehdî Zana mir

  • 29 08 2026
news

Afîşên Mîhrîcana Fîlman a Rojava hatin belav kirin

  • 29 08 2026
news

Festîvala Fîlman a Bogazîçî li benda fîlman e

  • 30 08 2026
news

Jinên Amedsporê bi 7-0 li pêş bûn, reqîb vekişiya

  • 29 08 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname