___Îhsan Bîrgul___
Fûara Pirtûkên Kurdî ya Batmanê di navbera 16 û 20’ê mehê de li dar ket. Pêşengeha ji aliyê Şaredariya Batmanê, Egîtîm-Sena Batmanê û Arî- Derê ve hatibû organizekirin, ji nêzî 30 weşanxaneyên kurdan re mazûvanî kir.
Ez tenê roja yekşemê, roja dawî ya fuarê li wir bûm; çend seatan jî êvara şemiyê. Ez ê çavdêriyên xwe li gorî wê bêjim.
KÊMASÎ HEBÛN
Divê meriv ewil vê bêje; niyet pir baş bû, hewldaneke xwedîqîmet bû. Bêguman gelek kêmasî hebûn. Çi di aliyê ragihandin û reklamê ve çi ji aliyê rêvebirinê ve. Em dikarin gelek kêmasiyan bêjin lê ji ber ku gava ewil bû em ê rexne û pêşniyarên xwe rasterast ji wan re bêjin. Ji bo ku keda hatiye dayîn re nebe neheqî.
BÎRANÎNA CEGERXWÎN
Roja yekşemê yanî roja dawîn bernameya bîranîna helbestvanê mezin Seydayê Cigerxwîn hate pêşkêş kirin. Gelek helbestvan û şagirtên Arî-Derê helbestên seyda xwendin. Ji wan helbestvanan yek jî helbestvanê navdar Berken Bereh bû.
KURDÎ LI QADÊ HAKIM BÛ
Tiştekî bivê nevê bala min dikişand hakimbûna zimanê kurdî ya li qadê bû. Ji ber ku weşanxaneyên kurdî bûn, nivîskar jî kurd bûn, hema bêje her kes bi kurdî diaxivî.
Di nava nivîskaran de ya herî zêde bala mêvanan ser Mizgîn Ronak bû. Nivîskara ku 30 salan emir di girtigehê derbas kiribû, bi dilekî germ dihat pêşwazîkirin. Wê jî bi heman hestan pirtûk û kenê xwe pêşkêşî mêvanan dikir.
ŞAREDARÊ FARQÎNÊ ESEN HAT SERDANA STANDAN
Yek ji serlêdayiyê fuarê yê roja dawî Hevşaredarê Farqînê Kadrî Esen bû. Esen li hemû standan geriya û silav da beşdaran û nivîskaran.
Weşanxaneyên kurda yên wekî; Aram, Aryen, Ava, Avesta, Azad, Belkî, Bêjing, Dara, Delal, Deng, Doz, J&J, Ma Music, Mezopotamya, Morî, Na, Nûbihar, Pall, Payîz, Peywend, Ronya, Sar, Sîdar, Sîtav, Vate, Wardoz, Weqfa Beşîkcî, Zîlan, Zîz bi niviskarên xwe û berhemên wan roja dawîn jî li qada pêşengehê bûn.
KÎJAN PIRTÛK ZÊDE HATIN FIROTN
Dil hebû me ji hemû weşanxaneyan bipirsiya ka kîjan pirtûkî çi eleqe dît, lê mixabin ew derfet çênebû. Me encax ji çend weşanxaneyan pirsî. Li gorî agahiyên me ji peywirdarên standan girtin, pirtûkên herî zêde hatine firotin ev in:
- Lîs, Şivanê Kurmanc, Ereb Şemo
- Avesta, Qêrînek Di Gewriya Şevê De, Eta Nehayî. Wergera ji bo Kurmancî Rizgar Elegez
- Na, Doktor Jîjo, Sîya Sîtav
- Nûbihar, Kurtler ve Kurdistan Tarihi, Mehmet Emin Zeki Bey
- J&J, Ronya. Onder Kirmizitaş
- Sîtav, Eski Kürt Tarihi, Ako Mihemed Mîrzayî
***
Nûçeyên Eleqedar:
- 'Duşema Rengîn' li Qamişlo ye û li Batmanê ye
- Helbestvan Berken Bereh qala kovara Tîrêjê kir
- Dawiya hefteyê nivîskar li Batmanê pirtûkên xwe îmze dikin
- Dilo: 'Min li ser rêça helbestên Cegerxwîn û Arjen Arî nivîsî'
- Dilsoz: Tu nikarî xwendevanê xwe bixapînî
- Fûara Kitaban a Batmanî dest pa kerd
- Pirtûk û nivîskarên kurdî diçin Batmanê (va ye hemû bername)
**
- Di pêşangeha pirtûkan de berhemên Sed Salî
- Pêşangeha Pirtûkan a Herekolê dest pê kir
- Amadekariyên Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol temam bûn
***
"3 Deqe ligel Cemil Oguz"

Parve Bike


