logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Siyasetmedar Mehdî Zana mir
  2. Afîşên Mîhrîcana Fîlman a Rojava hatin belav kirin
  3. Jinên Amedsporê bi 7-0 li pêş bûn, reqîb vekişiya
  4. Festîvala Fîlman a Bogazîçî li benda fîlman e
  5. Zanîngeha Rojava dijî biryara Wezareta Perwerdehiyê derket
news-details

Rapora Kurkçu: Zarokên rastî destdirêjiyê hatin hemû kurd in

Mebûsê BDP'ê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu, rapora têkildarî Girtîgeha Pozanti ya ku zarokên kurd lê rastî tacîz, destdirêj

  • Dîrok: 07/03/2012
  • Beş: Nûçe

ENQERE
Mebûsê BDP'ê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu, rapora têkildarî Girtîgeha Pozanti ya ku zarokên kurd lê rastî tacîz, destdirêjî û îşkenceyê hatin, bi civîna çapemeniyê eşkere kir. Kurkçu, di raporê de diyar kir ku ji sedî 80'ê zarokên ku di çarçoveya TMK'ê de li Pozantiyê tên girtin kurd in û zarokên ku rastî destdirêjî û îşkenceyê hatine jî hemû kurd in. Kukrçu, xwest li şûna neqilkirina zarokan a girtîgehên din zarok serbest bên berdan û wan bişînin cem malbatên wan.

Mebûsê BDP'ê yê Mêrsînê Ertugrul Kurçku, der barê destdirêjiya zarokên kurd a li Girtîgeha Pozantiyê û îşkenceya li girtîgehê raporek amade kir.
Kurkçu, lêkolîna di navbera 28'ê reşemiyê û 3'ê adara 2012'yan de kir rapor û li meclisê bi civîna çapemeniyê eşkere kir.

Kurkçu, diyar kir ku piştî ajansa DÎHA'yê nûçe çêkir û bûyer derxist holê li gel Parlementerê Wanê Nazmî Gur di 26'ê reşemiyê de çûn lêkolîn kirin û ji dozger agahî xwestin. Ertugrul Kurkçu got ku dozger û rayedarên girtîgehê bi hinceta îdîayan lêpirsîn dikin destûr nedan ku Nazmî Gur li girtîgehê bi zarokan re hevdîtinê pêk bîne.

Kurkçu diyar kir ku piştî wan li girtîgehê rapor amade kir bi saziyên sivîl ên civakî û partiyên siyasî re jî hevditin pêk anîn û wiha dom kir: "Li girtîgeha Zarokan a Pozantiyê zarokên mexdûrên TMK'ê (Zagona Têkoşîna bi Terorê re) ji sedî 80'ê kurd in. Zarokên rastî destdirêjî, tundî û îşkenceyê hatin jî hemû kurd in. Hemû zarokên malbatên kurd ên piştî koçberiyê hatine li taxên Çay, Çîlek, Ozgurluk û Guneşê bi cih bûne ne. Piraniya wan di salên 1991-1999'an de bi zorê ji gund û mezrayên xwe koç bûne û hatine li Mêrsîne bi cih bûne. Piranî zarokên malbatên xizan û feqîr in. Hemû zarok bê ewle û di nava şert û mercên xerab de dixebitin. Her tim rastî binpêkirina mafan hatine û mafê wan nehatiye parastin."

'Encama pirsgirêka kurd e'

Kurkçu, da zanîn ku zarokên rastî dersdirêjî û îşkenceyê hatin encam pirsgirêka kurd e û ji ber sedemên civakî û siyasî ye. Kurkçu, rapora xwe wiha eşkere kir: "Zarokên kurd ên rastî destdirêjî û îşkenceyê hatin hemûyan ji ber şert û mercên civakî û siyasî û helwesta mamosteyan heta pola 8'an xwendine. Ji ber nêzîkatiya rayedar û mamosteyan dest ji dibistanê berdane. Ne ji ber şertên aborî. Ji ber ku rastî cudakariya ziman, çand, nasnameyê hatine dest ji dibistanê berdane. Piraniya zarokên hatine girtin, bi hinceta kevir avêtine polîsan û rastî polîsan hatine. Piraniya zarokan li taxên Guneş, Şevket Sumerê di operasyona polîsan a serdegirtina malan de hatine binçavkirin. Gelek zarok li vir rastî tundî û zexta polîsan hatine."

'Rêveberiya girtîgehê rêveberiya berê sûcdar dike'

Kurkçu, da zanîn ku rêveberiya Girtîgehê ya niha rêveberiya berê tawanbar dike û wiha berdewam kir: "Li Girtîgeha Pozanti ya Zarokan 39 zarok ji TMK'ê girtî ne. Bi tevahî 218 zarok girtî ne. Zarokên bi navê H. A., E.O., D.T., M.K., H.K.û C.A. diyar kirin ku ji Girtîgeha Pozantiyê heta neqlî Antalyayê kirin rastî îşkenceyê hatine."

'Ji ber zarok kurd in rastî destdirêjî û îşkenceyê hatin'

Kurkçu, di berdewama rapora xwe de wiha got: "Zarokên rastî îşkence û destdirêjiyê hatin hemû kurd in. Zarok bi piranî rastî êrîşa leşker, polîs, gardiyanan a dar, cop, pêhn, hulmusk, bêtêl, dar, paspas, şîşên hesinî û alavên hişk hatin. Zarok ji aliyê polîs, gardiyan û leşkeran ve hatine tazîkirin û li derve hatine hiştin. Rastî zext û zordariyên fîzîkî û derûnî hatine. Ji ber nasnameya xwe ya kurd rastî êrîş, zor û zextên keyfî hatine."

Mebûsê BDP'ê Kurkçu di berdewana rapora xwe de spasiyên xwe ji rojnamegerên ku bûyer ronî kiriye re kir û da zanîn ku ev pirsgirêk ji ber pirsgirêka kurd û rêveberiya dijdemokratîk pêk hatiye,

'Bila zarok serbest bên berdan

Kurkçu, da zanîn ku sewqkirina zarokên mexdûrên TMK û TCK'ê ne çareserî ye û çareserî ew e ku hemû zarokan serbest berdin û wan bişînin cem malbatên wan.

Ertugrul Kurkçu, xwest ku Tirkiye li gorî peyman û rapora mafên mirovan û peymanên navneteweyî tev bigere û zarokên ku rastî destdirêjiyê û îşkenceyê hatine biparêze.

DÎHA

 

Parve Bike

Youtube Me

Pirtûka helbestan a bi navê “Serêkaniyê” ku ji aliyê Dîlan Şewqî ve hatiye nivîsandin,

news

Siyasetmedar Mehdi Zana ku ev çend roj bûn nexweş bû û li rexweşxaneyê bû îro mir.

news

E-Pirtûka “Gotinên Derûnkolerî” derket û jibo daxistinê linka jêr bitikîne

news

diyarname podcast#diyarname Nivîskarê navdar Daniken mir #booktok #pirtûk #pirtûkênkurdî #books #

news

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

Omer Dilsoz: (di)yekrêzî

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

Roja Tiwaletê

news

"Em neviyê Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Meleyê Cizîrî ne; em rêhevalê Baba Tahirê Ûryan in"

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news

Dengbêj Sebrî Agirî...

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 30 08 2026

Festîvala Fîlman a Bogazîçî li benda fîlman e

news
  • 30 08 2026

Zanîngeha Rojava dijî biryara Wezareta Perwerdehiyê derket

news
  • 29 08 2026

Siyasetmedar Mehdî Zana mir

news
  • 28 08 2026

PKK'ê cara yekê eşkere kir; Heta niha çend winda dane?

news
  • 28 08 2026

Pirtûka ku hê nehatiye çapkirin hat qedexekirin!

news
  • 28 08 2026

PYD: Divê destûra nû ya Sûriyeyê bi zelalî kurdan wekî neteweyek yekgirtî nas bike

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
news

Zerban

  • Omer Dilsoz
news

Binyata mîtolojiya Kawayê Hesinkar di 'Dîrok' a Herodotes de

  • Kazim Polat
news

Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê

  • H. Kovan Baqî
Ev jî hene
ad

Perwer: Nûçeya mebûsiya min ne rast e

ad

Mihemed Şêxo bi çalakiyeke hat bibîranîn

ad

Gelo Komeleya Nivîskarên Kurd tê girtin

ad

Di zimanê kurdî de bingeha yekkîteyî

ad

Barselona wayîr ro proje veciya

ad

Hûmarey Vate ya zimistanî vejiya

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Siyasetmedar Mehdî Zana mir

  • 29 08 2026
news

Afîşên Mîhrîcana Fîlman a Rojava hatin belav kirin

  • 29 08 2026
news

Jinên Amedsporê bi 7-0 li pêş bûn, reqîb vekişiya

  • 29 08 2026
news

Festîvala Fîlman a Bogazîçî li benda fîlman e

  • 30 08 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname