Diyarname
Kovara Hawara Botan ku ji destpêkê ve rastî gelek zehmetiyan hat bi hejmara xwe ya nû derket pêşberî xwendevanên xwe. Hawara Botan bi hejmara xwe ya 3'yan meşa xwe dom kir.
Kovara Hawara Botan ku li herêma Botanê, li Cizîrê du mehan carekê derdikeve niha hejmara xwe ya nû derxist.
Di vê hejmarê de Mihemed Ronahî bi navê "Merwanî û Şaristanî" nivîseke li ser Merwaniyan nivîsiye.
Kovar ku di her hejmara xwe de li ser dîrokê, bi taybetî jî dîroka herêmê disekine, di vê hejmarê de jî çend nivîsên li ser dîrokê weşandiye.
Çend nivîsên li ser ziman jî di kovarê de cihê xwe girtine. Ji van Diyar Botin "Danasîna Zimên", Zinarê Xemo "Şîroveyek Li Ser Zimane Dayîkê", Mesut Candoruk jî "Perwerdehiya Zimên" nivîsiye.
Her wiha Abdulkadîr Bîngol jî "Biwêjên ku li Herêma Botan têne bikaranîn", Azad Hêja jî "Çend Gotinên Pêşiyan" û "Li Botanê Peyvên Sînonîm" nivîsiye.
Kovarê di vê hejmara xwe de bi nivîskarê malpera me Zekî Ozmen re ku ew bi xwe jî ji Botanê ye hevpeyvîneke kiriye. Ozmen li ser jiyana xwe ya li Almanyayê, li ser kurdên Almanyayê, parastina xwe ya zimanê zikmakî, li ser nivîskarên kurd û xwendina pirtûkan jî axiviye. Zeki Ozmen ku di heman demê de civaknas e, li ser pêdiviyên civakê jî dîtinên xwe aniye ziman.
Her wiha nivîs, werger, hevpeyvîn û helbestên kesên wekî Celadet Elî BEDIRXAN, Dundar BOTÎ, Mihemed RONAHÎ, Amed ÇEKO JIYAN, Osman KAPAN, Mîrza RONÎ, Mame RIZGAR, Dîrokvane BOTÎ, Li Te Dipirsim- Bager BOTANÎ, Diyar BOHTÎ, Ceng HEVÎDAR, Fatîh EREN, Omer DILSOZ, Smaîl GABARÎ, Kone REŞ, Mem BAWER, Ciwan TENGEZAR, Kawa ŞÊXÊ, Esat BOTAN, Xelîl ZEHMETKÊŞ, Aydin RENGÎN, Dr. Nejat ARSLAN, Ramazan ZIRIG, Zîwer ÎLHAN, Hasîp YANLIÇ, Berken BEREH, Hemîd ADIMAN, Zinarê XEMO, Abdulkadîr BÎNGOL, Rênas XENDEKÎ, Azad HÊJA, Hesen KAPLAN, Havîn DÎCLE, Mesut CANDORUK, Hasen KAPLAN di vê hejmara kovarê de hatine weşandin.
***
Nûçeyên eleqedar:
- Ev ji 'Hawara Botan'ê çi dixwazin?
- 'Hawara Botan' gaveke din avêt
- Kovara Hawara Botan hat berhevkirin
- ‘Hawara Botan’ê derket lê edîtorê wê li hundir e


