Diyarname
54'emîn Eurovision bi dawî bû û Norweç bû yekemîn. Tirkiye bi Hadiseyê bû çaremîn.
Eurovisiona îsal li Moskovayê li dar ket. 25 welatên ku derketin fînalê bi rêzê stranên xwe gotin.
Norweç bi hunermendê xwe Alexander Rybak beşdarî pêşbaziyê bû û bi 387 pûanên ku bi dest xist bû yekemîn. Piştî Norwecê rêza duyemînî Îzlanda, sêyemînî Azerbaycan, çaremînî Tirkiye û pêncemînî Îngilistanê bi dest xist.
Tirkiye bi hunermend Hasîde ku strana wê "Dum Teke Tek" bû beşdarî Eurovisionê bû ku Hadise bi îngilîzî strana xwe xwend.
Fermo strana Alexander Rybak:


