Diyarname
Kovara Hawara Botan ku hejmara wê ya yekemîn rastî berhevkirin û lêpirsînê hatibûn hejmara wê ya nû jî bi îdîaya "Propogandaya rêxistinê kiriye" hat berhevkirin.
Kovara Hawara Botan li Cizîrê ji aliyê çend ciwanên kurd ve du mehan carekê tê derxistin. Hejmara yekemîn a kovarê (rezber-kewçêr 2011) ji aliyê Dadgeha Cezaya Sulhê ya Giran ya Cizîrê ve bi sedema têde peyvên wekî "Kurdistan", "Gerila" derbas dibe hatibû berhevkirin. Kovarê hejmara xwe ya duyemîn meha borî deristibû. Niha ew jî hat berhevkirin. Li ser dawaza Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê polîs vê sibê çûn Hawar Cafe ya li Cizîrê û dest danîn ser 50 kovarên li wir amadebûyî. Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê bi îdîaya "Propagandaya rêxistinê kiriye" kovar da berhevkirin.
Hawara Botan berî derkeve bi rojekê edîtorê wê Mîrza Ronî hatibû girtin. Meha borî jî parêzerê wê Veysel Vesek di operasyona bi ser navê "KCK"ê de hatibû girtin.
***Nûçeyên eleqedar:
- 'Hawara Botan' gaveke din avêt


