logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Şîretên derûn(nas)iya bindestî, azadî û veguherînê
  2. Klîba Hefteyê; 'Destana Serhedê'
  3. Weşanger Abdullah Keskin ji ber parvekirinên xwe îfade da
  4. Li Amedê dem dema şanoyê ye
  5. Hozan Şiyar hat bibîranîn
news-details

Şîretên derûn(nas)iya bindestî, azadî û veguherînê

  • Dîrok: 24/04/2026
  • Beş: Serbest

 

 

___Brahîmê Alûcî___

 

Destpêk

Di vê nivîsê de em ê li ser sê xalên hevgirêdayî bisekinin: xebata derhişiyê (unconscious) di jiyana mirovî de, bandora ziman li ser xwebûn û nasnameyê (identity) û çawa bindestî û kolonyalîzm derûna takekesane dagir dikin.

Hemû ramanên ku di vê nivîsê de hatine bikaranîn ji heman çavkaniyê tên — ji nivîsên derûnnasî û derûnkolîneriyê (psychoanalytic). Lê armanc ne tenê vegotina teoriyê ye; armanc ew e ku van ramanên kûr bi zimanekî guncav û fêmbar bên pêşkêşkirin, da ku mirov di xwendinê de xwebûna xwe bibîne û bifikire.

Wekî ku di nivîsên çavkaniyê de hatiye gotin: "Gava rewşa navxweyîn hişmend nebe, ew li derxweyî wekî qederê diqewime." Ev hevok bixwe rêberê tevahiya nivîsê ye.

Derhişî û Hişmendî: Du Aliyên Heman Mirovî

Metafora Qeşayê û Jiyana Derûnî

Yek ji wan têgehên herî bingehîn ên derûnnasiya nûjen ev e: hişmendî (consciousness) tenê giravek biçûk e di nav deryaya mezin a derhişiyê (unconscious) de. Ev ne tenê metaforek xweşik e — ew ravekirina rewşa derûnî ya rastîn a mirov e. Wekî ku tê gotin, derhişî ne dijminê me ye; ew xezîneya veşartî ya me ye.

Derhişiya takekesane (personal unconscious) û derhişiya hevpar (collective unconscious) bi metafora qeşayê tê nîşandan: beşek li jorê avê ye — ew e ku em dibînin û hişmend in; beşeke mezin di binê avê de ye — sembolên arketîpî (archetypal symbols) wekî mîr û pîr, tirsên ne-hişmend (derhişî), hestên tepisandî (repressed) li wir dijîn. Derhişî, mala derûnî ya rasteqîn e.

Heta ku hûn derhişiya (unconscious) xwe hişyar û hişmend (conscious) nekin, ew ê jiyana we birêve bibe û hûn ê her bêjin: 'şens û qeder.' Lewre, hişmendî ji derhişiyê derdikeve.

Ev hevok yek ji wan têgehên herî girîng ên derûnnasiyê vedibêje. Mirov ku derhişiya xwe naşnas neke, jiyana xwe wekî qumarê dijî — her tişt wekî qeder dixuye, lê di rastiyê de encamên hêzên derhişî yên nenas in. Hişmendî wekî rojekê ye ku her gav xwe vediguhezîne — ew ne sabît e, ew pêvajoyek berdewam e.

Binhişî: Deriyê Navbera Du-rêyan

Di navbera hişmendî (consciousness) û derhişiyê (unconscious) de qata binhişiyê (subconscious) heye — deriyê di navbera odeyên jiyanê de. Di navbera hişmendî û derhişiyê de deriyê binhişiyê heye, ango tepisandin (repression) û astengî hene. Binhişî ne nexweşî ye — ew binbeşek ji jiyana derûnî ya siruştî ye.

Tepisandin yek ji wan mekanîzmayên berevaniyê (defense mechanisms) ye ku eziya (ego) mirov ji bo parastina xwe bikar tîne. Birînên jandar tên tepisandin. Lêbelê tiştê ku der nabe dibe derd — tepisandin ne çareserî ye, tenê veguhertineke. Tepisandin tenê ne di hiş de ye — ew di masûlkeyên laş de jî tê hilgirtin.

Mekanîzmayên Berevaniyê û Berzkirin

Mekanîzmayên berevaniyê (defense mechanisms) eziyê (ego) diparêzin û derûn û giyana mirov ji êşa zêde diparêzin. Di nav van mekanîzmayan de berzkirin (sublimation) cihê herî bilind digire — ew veguhertina enerjiyên neyînî ber bi afirandinê ve ye. Lêbelê divê em bizanibin: di binê her berzkirinê de qirêjî heye. Radeya berzkirinê çiqasî bilind be, ewqasî jî loda qirêjiyê bilind e; ji bo vê lodê veşêrin, her pesnê xwe didin û xwe mezin dikin.

Asûwasên mirov ji ramanên neyînî (negative thoughts) şax vedidin. Mirov bi tenê tê û bi tenê diçe — têkilî, barê vê tenêtiyê sivik dike. Nexweşiyên derûnî bi gelemperî bertek in, ne sedem — ev cudahiyek girîng e ku gelek caran tê jibîrkirin.

Ziman: Mala Hebûnê û Şûrê Jiyanê ye

Mirov di Zimên de Ava Dibe

Kirde (subject) li ziman miqate nabe — ew di nav zimanê de ji dayik dibe û ji aliyê zimanê ve tê ava kirin. Ev têgeh yek ji wan ramanan e ku hem felsefî hem derûnnasî ye. Sînorên zimanê mirov, sînorên dinyaya mirov in — mirov bi zimanê xwe dibe xwediyê malê xwe (hem bi derûnî hem bi laşî).

Ziman ne tenê amraz e — ew cihê hebûnê bixwe ye; em di ziman de dijîn. "Ezî" bi ziman xwe ava dike — xwebûna xwe di gotinê de, di peyvê de çê dike. Mirov di nava zimanê xwe de hebûn û xwebûna xwe diafirîne.

Ziman, nexşe rêya çandê ye. Ji te re dibêje, bê ka xwediyê ziman ji kû hatiye û ber bi kû ve diçe. Ziman, nasnameya civakî ye û bi ziman, çand û civak tê ava kirin. Ziman, cilê hiş û aqil e; peyv, amûrê hiş û aqil in. Ziman, hêz û şiyana herî berz a şexsiyeta mirovan e.

Hêz û Xetereya Zimanê

Ziman, şûrê herî tûj e — dikare mirov bilind bike, dikare mirov nizim bike. Ziman amûreke hêzdar e. Ziman xera bibe, raman jî xera dibe. Mirov di ziman de hildiweşe û di ziman de winda dibe; di ziman de "xwe" jî dibîne.

Mirov çîroka xwebûna xwe ye — nasname (identity) bi ziman û vegotinê (narrative) tê avakirin, ne bi fikr û ramanê tenê.

Ev têgeh ji bo pratîka derûnterapiyê (psychotherapy) jî girîng e. Mirov bi vegotina çîroka xwe dikare wê ji nû ve ava bike, wateyeke nû bide rûdanên jiyana xwe. Raman bi ziman tê veguhêztin — û heke mirov zimanê xwe biguhere, ramana xwe jî diguherîne. Raman hestan çêdikin; ramên xwe biguherînin ku hestên te vebiguherin.

Zimanê Dayikê û Bingeha Derûnê

Zimanê dayikê (mother tongue), bingeha derûnê ye. Ziman, hebûn û xwebûna zarokan ava dike. Bila ez qijika zimanê diya xwe bim, ne bilbilê zimanê xelkê bim — ev gotin ne tenê gotin e, ew daxwazeke derûnî ya kûr e ji bo parastina xwebûnê.

Miletê bê zar û ziman, ne ti milet e. Ev ne tenê pirsgirêkek siyasî ye — ew pirsgirêkek derûncivakî (psychosocial) ya kûr e. Mirov di ziman de jî tê bindest kirin, û bindestiya zimanî (linguistic subordination) wekî bindestiya laşî bi heman awayî derûna mirov dişikîne.

Xwebûna Rastîn û Xwebûna Sexte

Xwebûn (self), ne ezî (ego) ye; ew tevahiya derûn û giyanê ye: hem hişmend (conscious) e hem derhişî (unconscious) ye. Xwebûn (self), navende sereke ya derûn û giyana mirov e.

Xwebûna rastîn (true self) tenê dema mirov "xwe" di ewlehiyê de hest dike xwe xûyanî dike. Dema ku ewlehî tune be, mirov ji bo berevaniya derûnî ji xwe re xwebûneke sexte (false self) ava dike — maskeyekî li ser rûyê xwe dixe. Xwebûna derewîn ji bo parastina xwebûna rastîn tê afirandin.

Mirov bi xwebûna xwe ya rastîn aram dibe; û bi xwebûna xwe ya sexte rageş dibe.

Durûtî (hypocrisy/duplicity) jî ji vê çarçoveyê tê: durûtî, encama birînên narsîsîstîk (narcissistic wounds) e. Mirov dema rêzgirtina xwebûna xwe (self-esteem) wenda dike û bi rê jê re nabîne, durû dibe. Durûtî dema bîr û birîna hişmendiyê têk diçe — dema mirov nikare hestên xwe bifikire û der bike, bi "xwewekdîtina rengvedanê" (projective identification) wê davêje derveyî xwe.

Laş Wekî Zimane Derhişiyê

Laş, tenê ne zindewer e, lê civakî jî ye. Laş, zimanê derhişiyê (unconscious) ye. Laşê me çîrokên me jî tomar dike. Laş, ne heyber e û ne kirde ye — ew herduyan di xwe de hildigire.

Trawma (trauma) ne bîr (memory) e, lê windabûna bîrê ye. Bîranînên trawmatîk (traumatic memories) wekî çîrokan nayên hilanîn — ew wekî hestan tê bendkirin. Trawma, rastiya ku nayê gotin e; trawma ew e ku nikare were gotin. Trawma, ne hebûna rûdanê ye, lê tenêbûna mirov di wê rûdanê de ye. Bîra trawmatîk, mirov derûnreş dike.

Êş, mirov nexweş naxe — bersiva êşê mirov nexweş dixe. Nexweşî ne tenê êş e, peyameke jî ye. Bîr (memory), tiştê ku mirov dixwaze ji bîr bike, digire — ku ew neyê dermankirin, dibe nexweşiya ruh û giyanê.

Heyber û Kirde: Rêwîtiya Hebûn û Xwebûnê

Her mirov dixwaze ku ji heyberê (object) ber bi kirdeyê (subject) ve biçe. Heyber ji ber xwe ve bi xwe nayê zanîn — ew bi çavê kesên din tê dîtin. Kirde xwebûna xwe ji xwe re nas dike û bi destê xwe ava dike. Em ne kirdeyê serpêhatiyên xwe ne, em heyberê wê ne — û ev rewş divê vebiguhere.

Yên-din, neynika me ne. Neynik, ji bo geşadana xwebûnê pêwîst e. Xwebûn û nasnameya mirov bi pêwendiya yên-din re ava dibe. Mirovê ku xwe nas nake, nikare kesên din jî nas bike.

Qeyrana Nasnameyê Wekî Beşek ji Geşedanê

Qeyrana nasnameyê (identity crisis) beşek ji geşedana derûncivakî (psychosocial development) ye. Di her qonaxeke jiyanê de qeyraneke derûncivakî (psychosocial crisis) heye. Ev ne nexweşî ye — ew pêvajoya siruştî ya geşedana mirovî ye.

Zarok, di binê siya derhişiya dêûbavên xwe de dijîn. Zarok, bavê ramana mirovan e. Lîstikên zarokan ne bêwate ne — ew xebata wan a herî rastgo ye. Lîstik, cihê ku zarok xwe lê vedişêrin. Her ku em dixwazin ji xwe ji zaroktiya xwe veşêrin, ew di xewnên me de xuya dibe.

Hest, Raman û Veguhertina Derûnî

Rûdanên jiyanê mirov xemgîn nakin — şêwazê ramînên li ser rûdanan mirov xemgîn dike. Ev têgeh ji bo pratîka derûn-terapiya reftarî-venasînî (cognitive-behavioral therapy) girîng e. Derûna mirov bi cih û waran xera nabe; bi fikr û ramanê xera dibe.

Nakokiya venasînî (cognitive dissonance) mirov bêzar dike. Bîrên derewîn (false memories) dikarin bi hêsanî werin afirandin. Hişmendiya civakê, di hişmendiya takekesane de reng-vedide. Fêrbûna civakî (social learning) bi temaşekirinê ava dibe.

Çi qewimî ye giring e, lê ya giringtir ew e ku me ew çawa şîrove kiriye.

Di nav afirandinê de wêranî jî heye. Diltengî derfeteke ye, ne pirsgirêkeke. Şînî an jî reşgirêdan (mourning) û malxulyan (melancholia) ji hev cuda ne — û naskirina vê cudahiyê ji bo başbûnê pêwîst e. Gul heye, gulan winda dike; kul heye, kulan winda dike.

Hevdilî Wekî Amûrê Başbûnê

Hevdilî (empathy), bingeha derûnterapiyê ye. Hevdilî, amûrê sereke yê fêm û têgihiştinê ye. Tirs deriyan digre, hezkirin wan vedike. Laş deriyê yekem a gihaştina derûnê ye. Dema deriyê êşê vekirî be, deriyê şadbûnê jî vekirî ye.

Mirov tenê gava ku wekî xwe were pejirandin dikare vebiguhere. Xwe-nasîn, destpêka şehrezayiyê ye. Xwe-nasîn di derûnterapiyê de pir giring e. Rêvebirê xwebûna xwe nas bike, da ku "xwe" nas bikî. Ew ê ku derhişiya xwe nas dike, xwe nas dike.

Kolonyalîzm û Dagirkeriya Hiş

Kolonyalîzm ne tenê axa bindestan dagir dike — hiş û aqilê bindestan jî dagir dike. Nasnameya kolonyalîzmê, derûna mirov bindest dike; mirov pêşî zimanê li dijî xwebûna xwe fêr dibe. Mirov di ziman de jî tê bindest kirin.

Bindestî ne tenê di siyasetê de ye — di laş û derûna mirov de jî tê hilanîn. Bindestiya herî xerab ew e ku mirov xwebûna xwe ya rastîn ji bîr bike. Bindestî, derûna mirov xerab dike. Pergala bindestan li ser hev-du-pîs-kirinê hatiye ava kirin.

Psîkolojiya Bindestê

Hest û girêka kotîbûn û kêmasiyê (inferiority complex) bingeha bindestiyê ye. Bindest, di navbera xwesteka jiyanê (will to life) û tirsa ji serbestiyê (fear of independence) de dimîne. Bindest ji bo mayînê (survival) bi serdestê xwe ve tê girêdan.

Bindest, ji bo di çavê serdestê xwe de bê xuyakirin, ji dev xwebûna xwe ya rasteqîn (true self) berdide û xwebûneke sexte (false self) ya li gorî serdestê xwe ava dike; bindest maskeyê dide ser rûyê xwe da ku serdestê wî pê re hêrs nebe û wî bipejirîne.

Xwe-biçûkxistin taybetmendiyek din a bindestan e. Bindest bi her awayî dixwazin bişibin serdestên xwe. Bindest, li şûna ku ji bo azadiyê têbikoşin, xwe ji bo serdestên xwe dixemilînin. Eziya kolînîzebûyî (colonized ego): ez ji xwebûna xwe şerm dikim — ev hevok xwe wekî nexweşiyek nîşan dide, lê di rastiyê de ew bersiveke fêrbûyî ye.

Bêçaretiya fêrbûyî (learned helplessness) dibe sedema pirsgirêkên derûnî. Bindest, mazoşîstên serdestên xwe ne — ji êş û azara serdestên xwe kêfê distînin. Lê ev ne xwestek e; ew encama pêvajoya dirêj a tepisandina xwebûnê ye.

Rêya Azadiyê

Axa ticaran xulamê xwe azad nake — azadî di destê xulamê bixwe de ye. Serdest ticaran ji dev xwesteka xwe ya desthilatiyê bernadin — ew divê bi darê zorê ji wan were stendin. Mirov mehkûmê azadiyê ye.

Bindest ji bo ku azad bibe, divê pêşî ji zincîrên xwe yên derûnî yên ku bi serdestê xwe ve girêdayî ne rizgar bibe. Heta mirov ji zincîrên xwe yên kevnar xelas nebe, nikare azad bibe. Azadî, tenê deriyên zindanê venake — deriyên nû jî li ber mirov vedike.

Azadî mîna pitikan e — ew bi êşê tê.

Azadiya mirov bi zanînê dest pê dike; mirovê nezan azad nabe. Mirov ne azad e — lê dikare fêr bibe ku bi azadî bijî. Her tiştê mirov dikare jê were stendin, lê kes nikare azadiya wî û hilbijartina helwesta wî jê bistîne.

Mirin Wekî Beşek ji Jiyanê

Di binê hişê xwe de, kesek ji mirina xwe bawer nake. Rageşiya hebûniyê (existential anxiety) ji zanîna mirina me tê. Jiyan û mirin hevdu têkûz dikin, ne dijminê hevdu ne. Mirin, hêza jiyanê ye — ew ne tunebûn e, ew tije kirina wateyê ye.

Mirin ew e ku wateya jiyanê têr û tîjî dike, ne ew ku wê tune û winda dike. Şev çiqasî dirêj be jî wê roj derkeve. Xew û mirin yek in — her du bêhna jiyanê ne.

Wate Wekî Bingehê Jiyanê

Di jiyanê de armanca bingehîn wateya (meaning) wê bi xwe ye. Mirov bi mane û wateyê dijî; ne bi xweşî û ne-xweşiyê. Mirov dikare her tiştî bijî, bi şertê ku watedar be. Yê ku sedemeke wî ji bo jiyanê hebe, dikare hema hema her awayê jiyanê tehemûl bike.

Bextewarî (happiness), ne tunebûna êşê ye, lê hebûna wateyê ye. Nivê duyem ê jiyanê, wateya jiyanê ye. Sermiyanê jiyanê, girêdana bi hebûnê ye. Evîn û kar, bingehên jiyana mirovî ne.

Dînbûn û Serpêhatiyên Psîkotîk

Serpêhatiyên psîkotîk (psychotic experiences), beşek ji jiyana xwezayî ne. Dînbûn şêwazeke rizgariyê ye ji cîhanek dîn. Em ne yek xwebûn in, em gelek xwebûn in. Mirov, ne bi siruşt û xwezaya xwe mirov e, bi derûn û giyana xwe mirov e.

Kesayetî, mirov ji hestan diparêze. Hemû pirsgirêkên derûnî (psîkolojîk) ji têkiliyên xerab tên. Her mirov bi xwezaya xwe, baş û afirîner e. Mirov bi rastiya xwe ya rasteqîn dibe tak-e-kes (individual).

Encam

Di vê nivîsê de em li ser têkiliya di navbera derhişiyê, ziman û xwebûnê rawestiyan. Mebest ew bû ku ev sê xal wekî beşên cuda neyên dîtin, lê wekî beşên heman hebûna mirovî ne.

Mirov ewqasî ne mezin e ku li derveyî xwe û cîhana xwe bisekine û li wan temaşe bike. Ew di nav hemûyan de ye — di nav zimanê xwe, di nav derhişiya xwe, di nav têkiliyên xwe. Mirin, azadî, trawma, bindestî — ev ne têgehên teorîk in; ew jiyana rojaneyê ya her mirovî ne.

Pirsa rastîn ne ew e: "Te çi kir?" — pirsa rastîn ev e: "Çi hat serê te?" Ev guhertin di nirxandinê de her tiştî vediguherîne: xwe-tawanbar kirin (self-blame) vediguhere fêmkirinê, û fêmkirin vediguhere veguherînê.

Wêrekiya herî mezin ew e ku meriv bi 'xwe' re rast be.

Di dawiyê de, rêya azadiyê ji xwe-nasînê dest pê dike. Rêvebirê xwebûna xwe nas bike, da ku tu "xwe" nas bikî. Divê mirov li ser hebûn û xwebûna xwe birame û binivîse. Tiştê ku der nabe, dibe derd — û tiştê ku tê gotin, dikare were dermankirin.

Şaristaniya rastîn ew e ku kesayetiya mirovan di pêş de bîne, ne ku wan tune bike. Mirov bi kirinên xwe rêzdarî û rûmetê dibîne, ne bi pesn û gotinên xwe. Rastî ew e ku ziman nikare bi temamî vebêje — lê hewl û rêwîtî bi xwe jî nirxek e.


Not: Edîtorê vê nivîsê Hişê Çêkirî – HÇ (AI) ye.


Çavkanî

Fanon, F. (1952). Peau noire, masques blancs [Black skin, white masks]. Éditions du Seuil.

Fanon, F. (1961). Les damnés de la terre [The wretched of the earth]. François Maspero.

Frankl, V. E. (1946). Ein Psychologe erlebt das Konzentrationslager [Man's search for meaning]. Verlag für Jugend und Volk.

Freud, A. (1936). Das Ich und die Abwehrmechanismen [The ego and the mechanisms of defense]. Internationaler Psychoanalytischer Verlag.

Freud, S. (1900). Die Traumdeutung [The interpretation of dreams]. Franz Deuticke.

Freud, S. (1915). Das Unbewusste [The unconscious]. In Gesammelte Werke (Vol. 10). Imago Publishing.

Herman, J. L. (1992). Trauma and recovery: The aftermath of violence — from domestic abuse to political terror. Basic Books.

Jung, C. G. (1959). The archetypes and the collective unconscious (R. F. C. Hull, Trans.). Princeton University Press. (Original work published 1934)

Jung, C. G. (1964). Man and his symbols. Doubleday.

Lacan, J. (1966). Écrits. Éditions du Seuil.

Lacan, J. (2007). Écrits: The first complete edition in English (B. Fink, Trans.). W. W. Norton. (Original work published 1966)

Memmi, A. (1965). The colonizer and the colonized (H. Greenfeld, Trans.). Orion Press. (Original work published 1957)

Merleau-Ponty, M. (1962). Phenomenology of perception (C. Smith, Trans.). Routledge. (Original work published 1945)

Rogers, C. R. (1961). On becoming a person: A therapist's view of psychotherapy. Houghton Mifflin.

Sartre, J.-P. (1943). L'être et le néant [Being and nothingness]. Gallimard.

Seligman, M. E. P. (1975). Helplessness: On depression, development, and death. W. H. Freeman.

van der Kolk, B. A. (2014). The body keeps the score: Brain, mind, and body in the healing of trauma. Viking.

White, M., & Epston, D. (1990). Narrative means to therapeutic ends. W. W. Norton.

Winnicott, D. W. (1960). Ego distortion in terms of true and false self. In The maturational processes and the facilitating environment (pp. 140–152). International Universities Press.

Wittgenstein, L. (1922). Tractatus logico-philosophicus (D. F. Pears & B. F. McGuinness, Trans.). Routledge & Kegan Paul.

Erikson, E. H. (1968). Identity: Youth and crisis. W. W. Norton.

Festinger, L. (1957). A theory of cognitive dissonance. Stanford University Press.

Bandura, A. (1977). Social learning theory. Prentice Hall.

 

 

***

Nivîsên Brahîmê Alûcî yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Şîn, Windabûn û Rewşa Depresîf

- Êş û Elema Bêşahid; Bi Nêrîneke Derûnkolînerî

- Narsîzma bindestan; Xwendineke derûnkolorînerî li ser rewşa kurdan

- Bêçaretiya Fêrbûyî û Rewşa Kurdan

- Naskirina êşa bindestan; Dahûrîneke derûncivakî ya têkiliyên serdest-bindestan e

- Nirxandina Derûnkolînerî (Psychoanalysis) ya Komkujiya Robozkî

- Ziman, Derûn, Jiyan

3- Rêyek ji rûpoş û maskeyên kolonyal ber bi nasnameya resen ve 

2- Ji laşê Xwezayî heta Laşê Kolonîzekirî (rêze beşa 2'yan)

1- Dahûrîna Derûnkolînerî (Psychoanalysis) ya Frantz Fanon bi Neynika Kurdî (rêze beşa 1'ê)

- Lêborîn û bexşandin; travma û derûnterapî

- Lêborîn û Bexşandin; Bi nêrîneke derûnkolînerî û civakî

- Vegera Yê Tepisandî Û Mekanîzmayên Bergiriyê

- Jêbirin û jiholêrakirina nasnameya bindestan
- Hişê Çêkirî (Artificial Intelligence) û pirsên herî zêde tên pirsîn
- Şerê Derûnî (Psychological Warfare)
- Çawa çîrok dibin bawerî?
- Hêza nerm û hêza hişk, du rêbazên siyaseta navneteweyî

Parve Bike

Youtube Me

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 24 04 2026

Şîretên derûn(nas)iya bindestî, azadî û veguherînê

news
  • 20 04 2026

Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'

news
  • 18 04 2026

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

news
  • 15 04 2026

‘Bazirganê Xeyalan’ û Xerckirina Jiyanê

news
  • 13 04 2026

Di zimanê kurdî de bingeha yekkîteyî

news
  • 04 04 2026

20 sal, 20 TL (Vê agahiyê bixwînin)... Hat nûkirin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Li ser başûrê Kurdistanê hin îstatîstîk û nirxandinek

ad

Festîvala Çand û Hunerê ya Cudî Nuh dest pê kir

ad

YSK'ê hejmara mebûsên bajaran diyar kirin, Dêrsimê winda kir

ad

Reqîbên mezin derketin pêşberî Diyarbekir û Batmanê

ad

Niştox Abdulkadir Konuk merd

ad

Ji bo Newroz bi fermî bibe tatîl serî li meclisê da

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Şîretên derûn(nas)iya bindestî, azadî û veguherînê

  • 24 04 2026
news

Klîba Hefteyê; 'Destana Serhedê'

  • 23 04 2026
news

Weşanger Abdullah Keskin ji ber parvekirinên xwe îfade da

  • 23 04 2026
news

Li Amedê dem dema şanoyê ye

  • 22 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname