logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Fermo 'Nexşên Li Giyan' û 'Dê Roj Hilê'

Du pirtûkên serketî derketin pêşberî xwendevanan: Romana "Nexşên Li Giyan" û çîrokên "Dê Roj Hilê". Her du jî ji aliyê W

  • Dîrok: 03/07/2014
  • Beş: Berhem

Diyarname

Du pirtûkên serketî derketin pêşberî xwendevanan: Romana "Nexşên Li Giyan" û çîrokên "Dê Roj Hilê". Her du jî ji aliyê Weşanên Lîsê ve hatin weşandin.

'Nexşên Li Giyan'

Nivîskar Dilawer Zeraq, bi romana xwe ya nû "Nexşên Li Giyan", sêyemîn xeleka Sêyîneya Winda temam kir. Zeraq, di romana yekem a sêyîneyê de "Şevên Winda Wêneyên Meçhûl", xwendevan bi êşa ku di can û dilê hevserên windayan de çêbûye; di romana duyem a sêyîneyê de "Mirina Bêsî" ku pê xwendevan bi êşa ku di can û dilê hezkiriyên windayan de çêbûye, dabûn hisandin. Di romana nû "Nexşên Li Giyan" de jî, xwendevan bi êş û jana ku di dil û can û giyanê dayikên windayan de çêbûye, dide hisandin. Û bi tevî van jî, bi biwêdekirina heyîniya ku bes bi fizîkî û laşî tê qebûlkirin, bala me dibe ser giyanên ku “hebûniyeke dîtir ava kirine” û nexşên xwe li ser xakê çêkirine. Û em piştî xwendina vê romanê, careke dî têgihên sedem û awayên “hebûn” û “tunebûn” û “windabûnê” didin ber pirsyaran…

Romana "Nexşên Li Giyan" hêjayî xwendinê ye.

'Dê Roj Hilê
“Hemû tarîya cîhanê nikare ronahîya fenerekê veşêre.” Bi vê kurtegotinê nivîskar Xelîlê Duhokî xwendevanan derbasî gulzara kurteçîrokên xwe yên nû dike. Kurteçîrokên ku bi zimanekî sade û gelêrî hatine nivîsîn û hatine noqkirin di berfedimsa Behdînanê de, xwendevan derbasî teşqeleyên civakî û sîyasî yên civaka kurd dikin. Nivîskarê ku xwe ji hêla gundîtiya kurdewar çeng dike hêla bajarvaniya nûjenxwaz, xwîneran xweş zeft dike û wan asê dihêle di quncika ramîneke hûr de.

Geh li ser pêşmergetiyê: Welatê ku bûye malê talanê; merivên ku hatine hêran di ber destarê zilimkarî û qirkirinê de; girtiyên ku her û her xwe li bin guhên dîwarên xweragirtinê didin û kurdhezên ku hîç nagihin miradên xwe!

Geh li ser civaka nîvçemayî: Kurdên ku di nîvê pira berzexê de delodîn mane; dixwazin tev li karwanê nûjeniyê bibin, lê naxwazin dev ji kevneşopî û tîtalên bav û kalan biqerin. Koçber û derbiderên ku bûne bîyanîyên xwe. Jina gundî ya bêderfet û mîna darê şikestî. Civaka derebeg û paşverû.

Geh li ser kurdîniyê: Kurdê ku bi derengî li kurdîniya xwe rast tê, kurda ku asê dimîne di navbera hevjînê xwe yê biyanî û kurdewariya xwe de. Kurdê ku welatê xwe bi malê dinyayê difiroşe û birayê xwe dike qurbaniyê riswatîya xwe û qehremanên bêwijdan! 

Bûyerine nakok û teqlomeqlo! Carinan pêkenok û carinan dilêş û dilsoj. Lê hemû diherikin ber bi deryaya kurdînîyê ve!

Xelîlê Duhokî yê helbestkar, vê carê bi qevdeke kurteçîrokên ziman-sade li pêşberî xwînerên kurdîyê ye û pirtûk hêjayî xwendinê ye.

 

- Nexşên Li Giyan/ Dilawer Zeraq / Roman/ 96 Rûpel

- Dê Roj Hilê / Xelîl Duhokî / Çîrok / 88 Rûpel 


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 21 10 2026

Pirtûkeke nû, 'Şebrona' hat

news
  • 15 10 2026

'Dengê Helbesta Kurdî' derket

news
  • 13 10 2026

Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news
  • 12 10 2026

Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin

news
  • 06 10 2026

'Vateyê Verênanê Zazakî' veciya

news
  • 04 10 2026

'Destpêk û dîroka sînemaya kurdî' derket

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

'Banga Kurd' 110 salî ye

ad

H. Kovan Baqî pirtûka xwe îmze dike

ad

Arjen Arî bi çalakiyek tê bibîranîn

ad

Fîlmê "Hemme" Xelata Gûzeka Zêrîn girt

ad

Ji bo xelata wêjeyê 6 berendam

ad

Kongreya Tibê dê bi kurdî li dar bikeve

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname