logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê
  2. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  3. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
news-details

Ji bo xelata wêjeyê 6 berendam

Beriya xelatdayinê hejmara berhemên berendamên xelatan bûne 6. Di nav van de romanên bi vegotinên cihê hene ku li...

  • Dîrok: 30/05/2017
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Berlîn
Li paytexta Almanya Berlînê cara 9’an wê Xelata Navneteweyî ya Wêjeyê were dayin. Xelat ji hêla saziya bi navê Haus der Kulturen der Welt û Stîftung Elementarteîlchen ve têne dayin ku du saziyên guherîna çandê yên navdar in di qada navneteweyî de. Ji çar aliyên dinyayê ji bilî nivîsên cihê û ne jirêzê ku bi 150 berhemên wêjeyî serlêdan sînordar e, taybetmendiyeke wê ya din jî ew e ku berhem divê beriya niha li ti deveran nehatibin çapkirin.

20’ê Hezîranê wê xelat ji bo du berhemên wêjeyî werin dayin. Beriya xelatdayinê hejmara berhemên berendamên xelatan bûne 6. Di nav van de  romanên bi vegotinên cihê hene ku li Elmanî hatine wergerandin û jiyanên li deverên cihê yên dinyayê vegotine.

Ji bilî berhemekê, berhemên din bi wan weşanxaneyên din ku zêde nayên naskirin li Elmanî hatine wergerandin û wiha tevlî pêşbaziyê dibin.

Di nav van 6 berheman de romana Hamed Abboud ê 30 salî jî heye ku Abboud piştî ku ji Dera Zorê direve û di ser Misir, Dubaî û herî dawî di ser Tirkiyê re li Avûstûryayê bi cih dibe û li ser mirina gelek hevalên xwe yên di şer de û di rêyên koçberiye de nivisiye. Abboud ku destpêkê şêwazeke lîrîk dide romana xwe, realîteyên ku dikarin bi absûrdî werin dîtin, bi perspektîveke ku dikarin werin ragirtin bi hev ve girêdide. Romana Abboud bi navê “Çi bi çûkên koçber hatibû?” hatibû weşandin.

Çîroka rojên dawî yên Chavez nivîsî
Romana Nivîskarê Venezuelî Alberto Barrera Tyzska ya bi navê “Rojên Dawî yên Comandante” jî di nav berhemên fînalê de ye, ku di romanê de jiyana lîderê welatê xwe yê di navbera salên 1999-2013’an de kiriye mijara xwe. Nivîskarê romanê dabeşbûna Venezuela a bi rengê alîgirî û dijberiya Chavez vegotiye, bi zimanekî ku nebe parezvanê yek ji van aliyan tenê rewşa welêt vegotiye.

Li gorî nivîskar Tyzska ku li Venezuela têra xwe tê naskirin, Chavez ji hêla beşeke berfireh a civakê ve wiha dihate dîtin ku her gotina wî rast dihate qebûlkirin, rûmeta hejaran û çewisandiyan li wan vedigerand û weke rizgarkerekî bû. Tyszka balê dikişîne ser hêla din û dibêje beşeke civakê jî Chavez weke dîktatorekî populîst didit. Di romanê de piştî emeliyatbûna Chavez a 2012’an a li Kubayê, dewlemend vedigerin paytext Caracasê, romannivîs rewşa dewlemendan di ser malbata pisporê pençeşerê yê malnişînbûyî Mîguel Sanabrî re vedibêje.

Yek ji berhemên din ku ji fînalê re mayî berhemeke bi Îngilizî ya bi navê “Wezareta Qurfpêketinê ya Camewerî ye ku ceribandina pêşî ya edebî ya Amenda Lee Koeyê Sîngapurî ye. Beriya niha jî Amenda Lee Koe mohra xwe li pirtûkên herî baş ên 50 salên dawî dabû, Koe hewl dide ku sînorên nirxên moralî yên welêt vebêje.

Çîroka biçûktirîn paytexta dinyayê: Tram 83
Romana “Tram 83” ya nivîskar û wêjekarê Kongoyî Fîston Mwanza Mujîla jî jiyana di navbera rawestgeh û xeta tramwayê ya Tram 83’ê de ku jê re “biçûktirîn paytexta dinyayê” gotiye, vedibêje. Di romanê de çîroka nivîskarekî şanoyê yê Fransayê Lucîen û tekane hevalê wî Requîem tê vegotin; ev der weke mekanekî wiha hatiye sêwirandin ku xwendekar, fahîşe, çeteyên organan, leşkerên zarok lê hene ku “ji hemû borsayên dinyayê mirov lê civiyane.”

Hêz û hingof bi çîrokê anonîm ên Koreyê hatine vegotin
Berhema 5’an a ku layiq hatiye dîtin ku bikeve merasîma xelatstandinê de jî pirtûka bi navê ‘Vejeteryan’ ya nivîskar Han Kang e, ku di romanê de şerê Yeong-Hyeyê tê vegotin, ku piştî hevserê wê, wê ‘jirêzê’ dibîne, êdî ew dikeve şerekî wiha ku naxwaze bibe ‘endamê ji nîjada mirov’. 2016’an wergera wê ya Ingilîzî xelata Man Booker Internatîonal Prîze wergirtibû, Kang di berhema xwe de jiyana tevlîhev a Yeong-Hye tê vegotin.

Yeong-Ley di romanê ji hêlekê ve temsîle jineke wiha ye ku tecawiz lê hatiye kirin û ji hêla hevser û malbatê ve hatiye harmonîkirin û ji hêla din ve jî xwîşk û xweştiviyek e ku jê tê hezkirin. Di romanê de hêz û hingof bi rengê çîrokên klasîk ên Koreyê hatine vegotin.

Berhema dawî jî ya ku layiq hatiye dîtin ku îsal tevlî merasîma xelatstandinê bibe ya nivîskar û dîrokzanê ciwan ê Polonî Zîemowît Szczerek a bi navê ‘Mordor wê were û wê me hemûyan bixwe’ ye, ku serboriyên 20 salan ê nivîskar vedibêje. Nivîskar tiştên li Ukrayna bûne bi vegotine cihê nivîsiye û her wiha ji rastiya wan jî dûr xistiye.
Nivîskar serboriyên bi taloke bi qutebirî vegotiye.

Merasîma xelatdayînê 6’ê Tirmehê ye
Di jûriya îsal ya Xelata Wêjeyî ya 9’an a Navneteweyî de nivîskara Elman Verena Auffermann, nûçegihan-nivîskar Jens Bîsky, wergêr Frank Heîbert, nivîskar û weşanger Mîchael Kruger, dramatûrj Jens Hîllje û nivîskar Makro Martîn û Sabîne Scholl hene.

Di merasîma xelatdayinê de ku 20’ê Hezîranê wê 2 berhemên herî baş werin hilbijartin, 6’ê Tîrmeh jî wê seansên xwendinê, nîqaş û lêkolînên wêjeyî li avahiya Berlîn Haus cer Kulturen der Welt çêbibin. Wê 20 hezar euro bidin berhema herî baş û 15 hezar euro bidin wergerê berhema herî baş.

ANF 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 26 10 2026

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Belgefîlmekî li ser Sylvester Stallone kişandin

ad

Stranbêj û lîstikvan Fayeq Mihemedî mir

ad

Mardîn, Igdir û Agri Spor bi ser ketin

ad

Vê hefteyê vîzyon gelek rengîn e

ad

Klîba Hefteyê: Ji bo ŞENGAL'ê

ad

DTP dixwaze Dêrsim bê qebûlkirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

  • 25 10 2026
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname