Diyarname
Lîstikvanê navdar Sylvester Stallone ku bi rolên "Rocky" û "Rambo" navdar bûbû, niha li ser jiyana wî belgefîlmekî kişandin.
Belgefîlmê ku navê "Sly" lê kirine ji aliyê derhêner Thom Zimny ve tê kişandin û dê li Netflixê bê nîşandayîn.
Di belgefîlm de wê jiyana Sylvester Stallone û kariyera wî derkeve pêşberî temaşevanan. Lîstikvanê bi eslê xwe îtalî lê hemwelatiyê DYA'yê Stallone di dema Hollywoodê de ji bo li ser lingan bimîne gelek fedekarî kir ku ev belgefîlm dê qala van tiştan jî bike.
Sylvester Stallone herî dawî di rêzefîlmên "Tulsa King" de rola Dwight Manfredi, di fîlmê Guardians of the Galaxy Vol. 3 de ku îsal hat kişandin de jî rola Stakar Ogord girtibû ser milên xwe.
Ji bo belgefîlmê ku payîzê dê bê nîşandayîn, niha danasîna pêşî hat kirin.


