Wan
Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê bêyî li benda encama nerazîbûnê bisekine Şaredarê Wanê Bekir Kaya ji peywirê girt.
Roja 7'ê pûşperê Şaredarê Wanê Bekir Kaya jî di nav de şeş jê şaredarên BDP'yî bi dehan kes hatibûn binçavkirin. Di vê bûyerê de sê jê şaredar, 10 kes hatin tewqîfkirin. Şaredar Kaya jî hatibû tewqîfkirin. Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê bêyî li benda encama daxwaznameya nerazîbûnê bisekine roja 14'ê vê mehê nivîseke ji Şaredariya Wanê re şand û diyar kir ku Şaredarê Wanê Bekir Kaya ji peywirê girtiye.
Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê herî dawî 22'yê avrêla 2012'yan de Şaredarê Daxpinara Dîgorê Ayhan Ekmen yê BDP'yî ji peywirê girtibû. Her wiha Wezaretê berê jî çend şaredarên BDP'yî ji peywirê girtibûn.
Di 2009'an de operasyonên girtinê yên li hemberî şaredar, siyasetmedar, endamên BDP'ê dest pê kiribû. Heta niha 35 jê şaredar, 6 mebûs û gelek siyasetmedar, endamên meclisên şaredariyan, nivîskar, rojnameger, parêzerên kurd girtî ne.
***
Nûçeyê eleqedar:
- BDP bi hemû mebûsên xwe diçe Wanê
- Şaredar Kaya: Biryara binçavkirinan me Erdogan û Atalay daye
- 45 saziyên sivîl: Armanca operasyonan astengiya xebatên şaredariyan in


