Diyarname
Weşanên Ronahî pirtûkek din gihand ber destê xwendevanan: Daristan. Nivîskar Mihemed Ronahî ku berê romana bi navê “Bendewarên Adarê” derxistibû vê carê bi pirtûkek çîrok derket pêşberî xwendevanên kurdî.
Pirtûka Ronahî a çîroka “Daristan” ji heşt çîrokan pêk tê û di her çîrokekê de serboriya darekê tê vegotin. Di van çîrokan de bi taybetî dar weke sembolekî ji Kurdistanê ne. Di her darekê de birîneke kurdan tê zimên.
Mihemed Ronahî ku di heman demê de xwedî û edîtorê Weşanên Ronahî ye îsal biryar dabû ku heta Newrozê deh pirtûkan biweşîne. Pirtûka dawî ya Weşanên Ronahî “Daristan” jî di çarçoveya vê armancê de derket.
***
Nûçeyên eleqedar;


