Diyarname
Di nav komên fûtbolê de yek ji xala dahatuyê jî bilêtê kombîne ye. Amed Spor di vî warî de niha li benda temaşevan û alîgirên xwe ye.
Firotina bilêtên kombîne yên Amed Sporê dest pê kirin. Îsal sê cure bilêt hene: Aliyê Rojhilat (Maraton) bi 250 TL, aliyê Rojava (Sergirtî) 750 TL û kombîneyên VIP jî bi 1500 TL'yî têne firotin.
Bi van bilêtan yên bixwazin dê hemû maçên Amed Sporê yên li Amedê bêne lîstin temaşe bikin. Li aliyê din kesên li derveyî Amedê bijîn jî dikarin ji bo alîkariyê bikirin.
Bilêtên kombîne ji ser "amedstore.com.tr" re û li Amedê jî li Amed Store ya li Ceylan AVM'yê têne firotin.


