Diyarname
Piştî erdhejê gelek tîmên li bajarên erdhejê serî li TFF'ê (Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê) dabûn û ji lîgê vekişiyabûn. Niha Elezîz jî li wan zêde bû.
Elazig Spor di Lîga 3'yemin Koma 1'emîn de dilîze. Klûbê got erdhejê li bajar jî daye û rewş ne guncan e serî li TFF'ê da.
Elazig Spor di koma xwe de heta niha 21 maç lîstine, 6 caran bi ser ketiye, 6 wekheviyên wê hene û 9 caran jî têk çûye. Tîm bi 24 pûanan di reza 11'emîn de ye.
Bi vê re hejmara tîmên ji lîgê vekişiyan bûn 11. TFF'ê biryar daye ku maçên mayî yên tîmên vekişiyan dê wekî 3-0 têk çûne bêne hesibandin. Ev tîm hemû sala bê dê di heman lîgê de bilîze.
Nûçeyên eleqedarê erdhej-sporê:
- Cenazeyê lîstikvan Atsu şandin welatê wî
- Amed û Van Spor ji bo mexdûrên erdhejê li sehayê bûn: 4-2
- Lîstikvanên Entab û Hatayê bi kirê çûn tîmên din
- 5 tîmê bînî zî lîg ra veciyay
- Diyarbekir Spor ji lîgê vekişiya
- Ji qada sporê nûçeyên li ser erdhejê
- Amed Spor û Van Spor ji bo alîkariya mexdûran dilîzin
- Ji Lîstikvan Christian Atsu xebera nexweş hat


