Diyarname
Pirtûka helbestan a nû ya nivîskarê me Arjen Arî bi navê "Şêrgele" ji Weşanên Avestayê derket.
Yek ji helbestvanên bi nav û deng ê kurd jî Arjen Arî ye. Arî ku heta niha bi çar pirtûkên xwe yên helbestan û yek jî bi navê "Bakûrê Helbestê" bi antolojiyeke derketibû pêşberî xwendevanan vê carê pirtûka xwe ya helbestan bi navê "Şêrgele" pêşkêş kir.
Di "Şêrgele"yê de helbest di bin sernavên 'sûretên hesretê' û 'keservedan' de hatine pêşkêş kirin.
"Şêrgele"ya ku nû xwe gîhand ber destê xwendevanan ji 64 rûpelan pêk tê.
Parçeyeke ji "Şêrgele"yê:
di xurcika min de hemû qewîtî:
kembera zîvî, hina qeşmîrê, heprî…
cotê xirxalan ji bîr dikim qet!
siwarê hespa kimêt im têm
têm ku bikim xizêm Berîka Binxetê!
kîjan mîrek e li devê riya te?
se diewte, gur dizûre, baz difîkîne
tu bilîlîne b’ wî dengê saba
şiyar ke j’ xewê çiyakên Serxetê
Arjen Arî kî ye?
Nivîskarê me Arjen Arî di sala 1956'an de, li herêma Omeriya, li gundê Çalê hatiye dinyayê. Di sala 1979'an de Enstîtuya Perwerdeyî ya Diyarbekrê Beşa Zimanê Tirkî qedandiye.
Arî, di sala 1976'an de li Nisêbînê ji ber belavkirina belavokekê tê girtin û polîs dest datînîn ser şîrên wî yên bi tirkî û kurdî. Piştî bi hefteyekê wî ber didin lê helbestên wî hê jhi di mexzena Dadgeha Nisêbînê de girtî ne.
Di gel, ku wekî cara pêşîn di kovara Tîrêjê de helbestên wî weşiyan tê zanîn jî rastî ev e: Helbesta wî ya pêşîn di belavokeke ku li herêma Mêrdînê hate belavkirin de weşiya. Ew helbest ji sê malikan/beytan pêk dihat û malikek jê ev bû: Du mirin kirin mahne, rakirin ling Nisêbînê/Xewa sibê bela kirin, avêtin nav tirs û xwînê.
Her wisa, berî 12'yê Rezberê şi‘rên wî ji hêla paleyên tevrika pembû ve bi stiranî dihatin gotin. Wekî:
Tevrik tevrik tevriko, tevriko
Ber tayê pembû xweş biko, tevriko
Roja me jî hindiko, tevriko
Maldar bi qurbana mi ko, tevriko
Tevrik tevrik tevriko, tevriko
An,
Roja pala erzan e
Kufletê mal giran e
Mala te xera bibe maldar
Ma qey tu pê nizane!
Heta niha helbestên Arî di kovarên wekî Berbang, Kurdistan Press, Nûdem, Çira, Pelîn û Rewşenê de hatine weşandin.
Nivîskar û helbestvan Arjen Arî di sala 1992yê li navçeya Nisêbînê li ber deriyê mala xwe rastî êrîşeke çekdarî tê û bi birîndarî radikin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. Arî ji wê rojê de li Amedê dijî. Her wiha her roja şemî nivîsa xwe ya nû pêşkêşî xwendevanên Diyarnameyê dike.
Berhemên wî
Ramûsan min veşartin li geliyekî, Şi‘r, Avesta, 2000
Ev çiya rûspî ne, Şi‘r, Avesta, 2002
Destana Kawa, Weşanên Elma, 2003
Eroûtîka,Weşanên Lîs, Şi‘r, 2006
Bakûrê Helbestê / Antolojiya Helbesta Bakûr, Weşanên Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Duhok, 2008
Şêrgele, Şi‘r, Avesta, 2008


