Tariq Hemo
Şerê mezhebî li Sûriyeyê berfireh dibe û her ku diçe dijwartir dibe. Niha rejima Beşar Esed bi balafirên şer dajo ser çekdarên muxalif û taxên bajarên Heleb, Himis û Dêr al-Zorê dide ber bombeyan. Di van rojên dawî de bi sedan sivîl di encama êrîşên balafirên şer ên rejîma Esed de hatin kuştin. Di nava wan de gelek kurd hebûn. Li gundê "Eyn Îsa" yê girêdayî bajarê Reqayê, bi qasî 30 welatiyên kurd dema dixwestin pêdiviyên xwe yê sotemeniyê ji Binzînxaneyekê bigirin, rastî êrîşek belafirên şer ên rejîma Esed de hatin û jiyana xwe ji dest dan.
Rejîma Esed bi hemû hêza xwe hewl dide çekdaran têk bibe. Heta niha li hin cihan bi serketiye. Ew alîkariyê ji Rûsya û Îranê digire. Tê gotin ku çekên Îranê bi ser Iraqê ve ji bo artêşa Esed tên şandin. Her wiha li Lubnanê rêxistina Hizbulah ya şîa hemû cureyên alîkariyê dewrî rejima Esed dike. Tê gotin ku bi hezaran milîsên vê rêxistinê li Sûriyeyê hene, mil bi mil bi rejîmê li dijî çekdarên muxalefetê şer dikin. Hêzên şîa yên heremê hemû destekê didin rejîma Esed. Bi nêrîna wan tiştê li Sûriyeyê diqewime, ne serhildana gel e, lê ew şerekî muxalefeta sunî ye ku destekê ji welatên ereb ên sunî û Tirkiye digre da ku desthilatdariyê ji destê elewiyan derbixe.
Di daxuyaniya xwe ya herî dawî de serokê rejima Şamê Beşar Esed diyar kir, ku ewê şerê hêzên çekdar ên "destekê ji derve digrin" berdewam bike. Esed Erebistana Saûdiyê, Qeter û Tirkiye bi nav kir û da zanîn ku eger ne bi desteka van welatan bûya, dê tevgera çekdaran ji mêj ve têkbiçûya.
Di şerê sal û nîvekê de rejîma Esed 2 armancên girîng pêk anîn:
Yekem: dikarîbû beşên gelên Sûriyeyê yên ne sunî bêalî bike û wan li dijî çekdaran bide xebitandin. Wî sûd ji çewtiyên muxalefetê dît û ji kiryarên şoven û tûndrew ên hêzên çekdar.
Duyem: wî dikarîbû hêzên şîa yên heremê û Rûsya û Çîn îkna bike, ku ev ne serhildana gel e, lê êrîşek ji bo wergirtina desthilatdariyê, ku ji derve tê birêvebirin.
Her wiha hêzên muxalefeta Sûriyeyê destê xwe dirêjî her welatî kirin û alîkarî xwestin. Bi mîlyonan dolar ji bo şerê li dijî rejima Esed ji wan re çû. Bi taybetî (Meclisa Stenbolê) gelek pere wergirt û di nava endamên xwe de winda kir!. Niha nakokiyên mezin di navbera vê meclisê û "artêşa azad" de ji bo "pereyên alîkariyê" derketine. Jixwe her beşekî muxalefeta Sûriyeyê girêdayî welatekî ye. Hin hene girêdayî Erebistana Saûdiyê ne. Hin jî girêdayî Qeter û Tirkiyeye ne. Ev li gorî "jêdera fînansê” tevdigerin, ne li gorî berjewendiyên gelê Sûriyeyê, yê ku ev sal û nîvek di bin top û tankên artêşa Esed de bedelên mezin dide.
Muxalefeta girêdayî hêzên heremî û li gorî fermanên wan tevdigere, zirarek mezin da serhildana gel. Bi rêya "tundrewkirina" xîtaba xwe û bikaranîna hestên mezhebî yên sunî, kartên baş xistin destê Esed û hemû hêzên Şîa yên heremê li dora wî civandin. Em Îranê mînak bigrin. Di destpêkê de helwesta wê li hemberî rûdanên li Sûriyeyê ne wiha dijwar bû. Ew li çareseriyek aştiyane digeriya. Heta carekê ji berpirsên "Kordînasyona Hêzên Demokrat" re gotibû: ji bo me rejima Esed ne xêzêk sor e. Eger berjewendiyên me li Sûriyeyê û Lubnanê bên gerentîkirin, em dikarin pişta Esed berdin. Li gorî agahiyên taybet ên ji min re hatine gotin, Tehranê xwestibû ew 2 kesên nêzîkî xwe li Wezareta Karên Hundurîn û Wezareta Parastinê bi cih bike. Ew jî ji bo "dosyeyên hesas" yên girêdayî çekên Hizbulahê, di bin çavdêriya wê de bimînin. Lê ev yek pêknehat. Jixwe dema Îranê dît ku muxalefeta Sûriyeyê bi şerê li dijî şîa bang dike û alîkariyê ji rêxistinên wehabî yên Erebistana Saûdiyê û Kuwêt û Qeterê digre, wê bi hemû hêza xwe destek da rejima Esed. Ev jî şaşiyek din a muxalefeta Şamê ya girêdayî hêzên derve bû.
Ji bo kurdan jî, helwestên dijminane yên vê muxalefetê dewam dikin. Di hefteya derbasbûyî de "artêşa azad" 2 yekîneyên li Idlib û Dêr al-Zorrê bi navê "yekîneya şehîd Sedam Huseyîn" saz kir. Di baweriya min de ev gav ji bo razîkirina hêzên selefî û wehabî û nîşandana dijberiya şîa hatiye kirin. Dibe jî ku wekî şertekî hêzek fînanskar be. Jixwe rewş ji bin kontrolê derketiye û her kes radibe ku "yekîneyek şer" ava dike û xwe li ser dike "mîr".
Helwesta din a dijminane ji aliyê şêwirmendê rêxistina Birayên Misilman, Riyad al-Şiqfa hat. Wî dîsa gef li kurdan xwar û got ewê tu carî destûrê nedin kurdan ku “Sûriyeyê parçe bikin”!. Her wiha carek din Tevgera Azadiya Kurdistanê tehdîd kir û derew û bêbextiyên ku efendiyên wî yên di nava AKP'ê de belav dikin, dubare kir. Lê tevî van helwestên şerxwaz û şoven jî, hin kesên kurd ên di nava (Meclisa Stenbolê) de kar dikin, serî bera ber xwe dan û ev bêrûmetî li ser xwe qebûl kirin û îstîfa nekirin.
Niha AKP hewl dide çekdarên muxalefeta Sûriyeyê bînin hemberî kurdên rojava. Berî çend rojan nûçeyek belav kir, tê de îdda kir ku 7 şervanên PKK'ê di pevçûnekê de bi "artêşa azad" re hatine kuştin. Ev yek ji aliyê YPG'ê ve hate derewandin.
Divê bê zanîn ku AKP û peyayên wê yên di nava muxalefeta Sûriyeyê de (hin ji wan kurd in) dê di demên pêş de hewl bidin nakokiyan derbixin û êrîşên çekdarî pêk bîne. Dibe ku êrîşî heremên kurdan bikin û çekdarên şoven û nijadperest li dijî kurdan bikar bînin. Jixwe ew kesên ku "yekîneya şehîd Sedam Huseyîn" ava kirine û ew ji xwe re mînak girtine, ne dûr e ku hewl bidin "Enfalan" li dijî kurdên Rojava pêk bînin.
Hêzên li dijî kurdên Rojava xurt dibin û destekê ji welatên mezin distînin. Kurdên Rojava ne xwedî tecrubeyên kûr û dûr in. Lewma pêwîstiya kurdên Rojava bi alîkariya kurdên beşên din heye.
Bi gotinek eşkere: Bi alîkariya Tevgera Azadiya Kurdistanê heye!.
Ji Ozgur Polîtîkayê hatiye girtin (22.09.2012)
***
Nivîsek eleqedar:
- Nexşeya siyasî ya kurdan di şoreşa Sûriyê de


