logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. 'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'
  3. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  4. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  5. 4 nîv fînalîstên Lîga Şampiyonan diyar bûn
news-details

Diljen Ronî: Kî di dilê xwe de evînê bihewîne, ev album ji bo wan e

Hunermendê ciwan Diljen Ronî li ser muzîka xwe, muzîka Botanê û tiştên ku dixwaze bike bersiva pirsên me da.

  • Dîrok: 28/02/2010
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Zekî Ozmen

Dema mirov li albuma stranbêjê ciwan yê botî Diljen Ronî guhdarî dike, mirov stîleke guhertî dibihîze. Bi taybetî bi derketina berhema wî ya bi navê “Çend gotinên evînê” (ji Anadolu Muzîkê derket) re çapemiya kurd cihekî berfirah da wî û berhema wî. Diljen Ronî bi temenê xwe yê ciwan du karan bi hev re dimeşîne: Stranbêjî û doktorî. Diljen Ronî ji bo Diyarnameyê hem bersiva pirsên me yên li ser karê wî yê muzîkê û hem jî bersiva pirsên li ser muzîka herêma Cizîrê da.

Li ser stîla Diljen Ronî gelek tişt hatin gotin. Me xwest vê carê bi destpêka sohbeta xwe re em ji devê wî bi xwe bibihîzin ka ew bi xwe çi navî li muzîka xwe dike. Wî li ser vê yekê got ku di nava muzîka wî de hem formên hemdem û hem jî formên klasîk hene û wisa berdewam kir: “Min dixwest ku ez muzîka kurdî ya klasîk bi formên modern yê wekî caz, rock û pop re bihûnim û şêweyek teybet û xweser derxînim holê. Min di albuma xwe de jî ev yek ceriband. Mebesta min ji vê yekê ew bû ku muzîka kurdî bi rihê xwe, bi formatên xwe û ne dûrî muzîka nûjen a îro em guhdarî bikin.”

“Ji hemû nifşan guhdarvanên min hene”

Em bi bîr dixin ku nifş bi çavên cuda nêzîkî muzîkê dibin û her wiha di wê çarçoveyê de jî li stîlên cuda guhdarî dikin. Diljen Ronî li ser nêzîkbûna nifşan ya ji stîla muzîka xwe re vê nirxandinê dike: “Wekî hûn jî dizanin, navê albûma min ‘Çend gotinên evînê’ ye. Kî di dilê xwe de evînê bihewîne, ev album ango ev muzîk ji bo wan e. Ez bawer dikim evîn bi xwe, bi xwezayiya xwe ne girêdayiyê nifşan e. Tenê şêwe cuda ye. Wekî min li jor jî anî zimên, di albuma min de hem formên klasîk hem jî formên nûjen hene. Ji ber vê yekê ez bawer dikim ku ji hemû nifşan guhdarvanên vê albumê hene.”

Balkêş e ku di stranên Diljen Ronî de gelek gotinên rojane yên sivik têne bikaranîn. Em meraq dikin ka ev tercîheke bi zanebûn e an na. Ew diyar dike ku di her newayek, di her gotinek ya berhema wî de serpêhatiyek heye û van gotinan lê zêde dike: “Bi vê albumê min xwest ez jî peyamekê bidim. Pêwîst bû ev peyam bi zimanek safî, zelal û herikbar bûya. Ji ber vê yekê jî zimanê vê albumê zimanê jiyana rojane ye.”


“Bala çapemeniyê baştir li ser xebatên cuda ye”

Wekî tê zanîn di motîfên hemdem yên muzîka ewropî de dikare pêrgî hemû babetan di warê gotinên stranê de were. Di vî warî de ger em berhevdayînekî çêbikin, gelek gotinên stranên stranbêjê ciwan Ronî jî mîna yên piraniya stranbêjên kurdan li ser evînê ne. Li ser pirsa ku çima ew digel ku muzîka hemdem jî çêdike, giraniyek daniyê li ser gotinên evînî, tîne zimên ku her hunermendek di berhêmên xwe de peyamekê dide. Ew vê peyamê jî girêdayî serpêhatiyên hunermendan dike û dibêje ku her hunermendek bi şêweyekê serpêhatiyên xwe, serpêhatiyên civaka xwe an jî erdnîgariya li ser dijîn di berhemên xwe de bi kar tînin. Ew her wiha ne li ser fikra me ya di vî warî de ye û wiha dibêje: “Peyama vê berhema min jî li ser êş, bêrî, jan û tenêtî ya min û her wiha li ser serpêhatiyên civaka min, erdnîgariya min, zarokên welatê min bi rêya gotinên evînê hatiye ziman.”

Bi derketina albûma Diljen Ronî re medya û çapemeniya kurdî cihekî berfireh da wê. Ew vê eleqeyê girêdayî cudabûna albûma xwe dike û wiha dibêje: “Gelek albûm diderdikevin lê belê bala çapemeniyê baştir li ser xebatên cuda ye.”

Şêweya muzîka Botan şêweyek pir bi teybet û cuda ye

Diljen Ronî bi xwe ji Cizîra Botanê ye ango ji cih û warekî ku di warê afirandina muzîka klasîk ya kurdî de roleke sereke lîstiye. Lê belê dema em niha li muzîkçêkerên vê serdemê yê vê herêmê dinêrên, piraniya wan xwe ji qalibên herêmî rizgar nekirine. Ger em Diljen Ronî û çend kesên din nehesibînin, stranbêjên bi taybetî ji Cizîr û derdora wê muzîkeke ku bikaribe xîtabî kurdên ji hemû herêman bikin nîn in. Diljen Ronî vê yekê girêdayî derfetan dike û wiha didomîne: “Stranbêjên ji Cizîrê albumên xwe ji fîrmayên li herêmê derdixin, gelek caran ev berhem tenê li herêmê tên belavkirin û nagihîjin gelek kesan. Şert û mercên aborî û teknikî derfetê nadin ku ev stranbêj jî albumek bi sedî sed profesyonel tomar bikin û bigihînin guhdaran. Her wiha şêweya muzîka Botan şêweyek pir taybet û cuda ye, ji ber vê yekê jî gelek caran tenê guhdarên botî li van stranan guhdarî dikin.”

Em jî wî piştrast dikin ku herêma Botanê xwedî bingeheke muzîkê ya dewlemend e. Gelek stîlên klasîkî yên li Botanê têne bikaranîn dikarin di nava muzîka hemdem ya kurdî de bi awayekî rehet werin entegrekirin. Lê ji bilî çend îstîsnayan û her wiha strana “Narîn” ya ku Diljen Ronî di berhema xwe de şîrove kiriye, hewleke cidî di vî warî de nehatiye dayîn. Em jî li ser vê yekê jê dipirsin ka gelo ew vê nebikaranîna vê çavkaniya muzîkî ya dewlemend bi awayekî giştî girêdayî çi dike û her wiha ji bo pêşerojê projeyeke wî ya bi vî rengî heye an na.

Ew bi dirêjî wiha bersivê dide: “Ji berê de stranbêjên herêma Botanê gelek bi nav û deng bûn. Wekî Mihemmed Arif Cizrawî, Hesen Cizrawî gelek berhem çêkirine. Îro jî gelek caran muzîka herêma Botan ji hunermendên kurd re bûye çavkaniyek mezin û bi formatek nûjen çend caran dîsa şîrove kirine. Wekî mînak; Ciwan Haco, Xêro Abbas, Koma Azad, Koma Dengê Azadî, Koma Çiya, Agirê Jiyan, Şivan Perwer, Koma Çarnewa û Aynur Dogan. Hûn jî dizanin ku stranên wekî ‘Dar Hêjîrokê’, ‘Ez Xelef im’, ‘Ax û eman Şikrayê’, ‘Besta Beleka’, ‘Çîçekê’ û ‘Bêrîvanê’ yên hêrema Botanê ne. Mirov dikare wan mînakan zêdetir bike. Lê belê dîsa jî ji bo Botanê hindik e. Ger di pêşarojê de ez dîsa albumekê derxim ezê dîsa rê bidim stranên Botanê û her wiha xebatên min yên li ser stranên Botanê didomin. Gelek stran min ji nû ve aranje û şîrove kirine û di konser û bernameyên xwe de ezê rê bidim van stranan.”

“Ezê payîzokan bi tevlîkirina formata muzîka rojavayî biceribînim”

Stranbêj Diljen Ronî di albuma xwe de strana bi navê “Navê Keçikê” de straneke resen ya dengbêjiyê entegreyî muzîkeke hemdem kiriye. Li ser vê yekê bi taybetî payîzok hatin bîra me; Wekî tê zanîn kesekî ne ji Botanê an Behdînan be, ji ber hesasiyeta xwezayî ya qirikê nikarin vê xezîneya hunerî ya ber bi windabûnê ve diçe ango payîzokan bistrîne. Bi çend tecrubeyên heta niha hatine afirandin jî diyar bûye ku payîzok dikarin bi awayekî hêsanî entegreyî muzîka rojavayî yên mîna blues, raggy, jazz an jî hîp hopê werin kirin. Em ji Ronî pirs dikin ka gelo çima wî wekî botaniyekî, ceribandineke bi vî rengî çênekiriye. Ew vê pirsê jî wiha dibersivîne: “Wekî hûn jî dizanin, jiyana min a profesyonelî li ser muzîkê ne demeke dirêj e. Berhema min ya yekem di heman demê de jî gava min ya yekem bû li ser jiyana profesyonelî ya muzîkê. Ez bi xwe wekî şêwe nikarim peyîzokan bistrînim lê wekî we jî anî zimên, dewlemendiyek gelek hêja û bi nirx e. Wekî botaniyekî ezê jî ji vê dewlemendiyê sûdê werbigirim. Ji ber vê yekê jî ezê bingehek bi formên muzîkên rojava formatekî amade bikim û bi vokala dengbêjek botanî ceribandinekê bikim.”

“Ji ber kêmwextiyê pê re nagihijim herim konseran”

Di dawiya hevpeyvînê de tê bîra me ku digel ku çapemeniyê eleqeyeke mezin nîşanî wî dide jî, mirov nabihîze ku ew diderkeve konseran yan jî festîvalan. Ew sedemê vê yekê wiha bilêv dike: “Piştî derketina albumê, li ser danasîna wê min gelek hevpeyvîn û bername li dar xistin. Dûre jî li ser klîban min hin xebat kirin, li ser muzîkên kurtefîlm û belgefîlman min hin xebat kirin. Ji xeynî van xebatên li ser muzîkê her wiha ez wekî bijîjk jî dixebitim. Ji bo van xebatan dema min zêde ji bo konsereke mezin çênebû. Lê dîsa jî min du kurtekonser dan. Di pêşarojê de ku organîzasyonek baş çêbibe, ezê bi dilgermî konseran bidim.”

Diljen Ronî herî dawî jî li ser projeyên xwe yê pêşerojê van agahiyan dide me: “Niha xebatên min yên li ser klîban berdewam in. Xebatên min yên li ser muzîkê jî didomin û ez ji bo aranje û ji nû ve şîrovekirina stranên klasîkên kurdî yên pir ne hatin bihîstin re di nava hewldanekê de me.”

 

***

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

Parve Bike

Youtube Me

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news

H. Kovan Baqî: Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 18 04 2026

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

news
  • 17 04 2026

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

news
  • 17 04 2026

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

news
  • 17 04 2026

260 zarokên biçûk birin şahiya dengbêjan

news
  • 11 04 2026

Dawiya hefteyê hin çalakî

news
  • 10 04 2026

Fîlmên Cannesê eşkere bûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Mebûs çopê dide hev!

ad

Halaçoglu ji peywirê hat girtin

ad

'Zilamê ku Don Kîşot Kuşt' (Fîlmên hefteyê)

ad

Xelaten Grammy hatin belavkirin

ad

Beyray ro tenîskaranê rus û belarusî girotî

ad

Rewşenbîrên tirk hînê kurdî dibin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'

  • 16 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname