Diyarname
Sûriye û Rusyayê ragihand ku koalîsyona navneteweyî ya di bin pêşengiya DYA'yê (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) de li Deyr Ez-Zorê de leşkerên Sûriyê bombebaran kirine û di êrîşê de 62 leşkerên Sûriyê mirine, bi sedan birîndar in. Dûre Sûriyê daxuyaniyeke da û got: "Dema leşkerên Sûriyê amadehî dikir ku li hemberî DAIŞ'ê operasyoneke pêk bînin hatine bombekirin û ev yek jî nîşan dide ku DYA û mutefîkên wê piştgirî didin komên cîhadparêz."
Di vê naberê de li gor nûçeya BBC, Rêxistina Çavdêriya Ji bo Mafên Mirovan a Sûriyê gotiye di êrîşê de herî hindik 80 leşker mirine.
Piştî ev agahî belav bûn CENTCOM'ê (Fermandariya Serleşkeriya Navendî ya DYA'yê) got ku wan bi şaşî leşkerên Sûriyê bombe kirine û got ku ev qezayek çêbûye.
Her wiha Rusyayê bang li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku bi lezgînî bicive.


