Diyarname
Lîstikvanê navdar ê Hollywoodê Rob Lowe li ser jiyana xwe, lîstikvanî û li ser kesên ligel wan lîstiye gotinên xwe gotin. Lowe di kanaleke televîzyonê (bernameya Andy Cohen) de ji bo lîstikvan Nastassja Kinski got, "Di jiyana min de ew jina herî xweşik bû ku min dît. Di dema lîstinê de ew di heman demê de lîstikvana ku herî xweşik maçî dike bû."
Lîstikvan Rob Lowe di jiyana xwe de ligel lîstikvanên navdar ên wekî Demi Moore, Rashida Jones, Kim Cattrall, Calista Flockhart û gelekên din lîstiye, lê wî ji nav hemûyan Nastassja Kinsk derxist pêş.
Li ser çimaya vê Lowe got, "Li wê binêrin. Herhal di jiyana min de jina herî xweşik e ku min dîtiye. Berî kişandina sehneyên maçkirinê ez tirsiya bûm, bi rastî pir tirsiya bûm."
Lîstikvan Rob Lowe û Nastassja Kinski di sala 1984'an de di fîmê "The Hotel New Hampshire" de bi hev re lîstibûn. Fîlm ji pirtûka nivîskar John Irving a bi heman navî girtibû ku John Irvingî ew di sala 1981'ê de nivîsandibû.
Rob Lowe û makyajkar û dîzaynkara mucewheran Sheryl Berkoff ji sala 1991'ê ve zewicandî ne û du kurên wan hene. Di setê fîlmê "Bad Influence" ku sala 1990'î de hatibû kişandin de wan hev nas kiribû û ji wê demê ve bi hev re ne.

Fotoyê pêşî, lîstikvan Nastassja Kinski; fotoyê din ciwanî û nihaya Rob Lowe.


