Diyarname
Xwendekarên Beşa Ziman û Edebîyata Kurdî ya Zanîngeha Dîcleya Amedê, bi navê "Bêlomebe" fanzînekek derxistin.
Beşa Ziman û Edebîyata Kurdî ya Zanîngeha Dîcleyê di sala 2024'an dest bi perwerdeyê kiribû. Xwendekarên vê beşê niha bi fanzînek dest bi xebata xwe ya kurdî kirin. Fanzîna bi navê "Bêlomebe" bi hejmara xwe ya yekê li pêşberî xwendevanên zanîngehê ye.
Xwendekaran vê hejmara "Bêlomebe" de ev nivîs xistiye bergê; "Dibêjin li Zanîngeha Dîcle fanzîneke din jî derdikeve, navê wê jî bêlomebe ye, bêlomebe law, kê derxist, kengî derket?"
Fanzîna ku bi kurmancî û zazakî derdikeve, edîtoriya vê hejmarê Janya Berfîn, Mihemedê Qaxizmanî û Embaz Firaz Pîranijî kiriye.
Di vê hejmarê de ligel Perxudres Podcastê hevqeyvînek hatiye kirin. Abdullah Sancar bi helbestekî, Emîrxanê Colemêrgî jî nivîseke li ser Colemêrgî di fanzînê de cih girtiye.


