DÊRSIM
Di çarçoveya 13’mîn Mihrîcana Xweza û Çandê ya Mûnzûrê ku Ii Dêrsimê pêktê de, ji bo bîranîna kesên di komkujiya Dêrsimê de jiyana xwe ji dest dane vekirina “38 dîwarên Dêrsimê” hate kirin.
Di çarçoveya 13’mîn Mihrîcana Xweza û Çandê ya Mûnzûrê ku 25’ê Tîrmehê roja Pêncşemê destpê kir, li ser rêya Qada Seyîd Riza û rêya Ovacikê vekirina “38 Dîwarên Dêrsimê” hate kirin.
Vekirina ku bi hezaran kes amadebûn, Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak jî amadebû. Her wiha gelek rojnamevan, nivîskar û hunermendên hatine bajar tevlî şahiyan bûn.
Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak di vekirinê de axivî û diyarkir ku, komkujiya Dêrsimê komkujiyek bû li hember Kizilbaşên Elewî ku wana tunebikin û got, ev komkujî heqaretekî herî mezine li civakê hate kirin.
Kişanakê da diyarkirin ku, zarokên gelekî jê standin, ew helandin ji bo civakekê heqareta herî mezine û got: “Dema ku hemû Dêrsimî vê komkujiyê vedibêjin, heta bi azadiyê ve girênedin nikarin vebêjin. Êşên xwe veguherandin şadiyê. Gelê Dêrsimê komkujî vegerande çiroska azadiyê.”
Kişanakê dawî jî got, pêwîste dewlet ji ber komkujiya 1938’an bi awayek fermî lêborînê bixwaze.
Piştî vê axaftinê bi destê jinan “38 Dîwarên Dêrsimê” hate vekirin. Piştre bi hezaran kes, li derdora “38 Dîwarên Dêrsimê” ên wêneyên kesên di komkujiya 1938’an de jiyana xwe ji destdayîn geriyan.
Piştî vekirinê di çarçoveya programa roja duwem ya mihrîcanê li Qada Seyîd Riza dansa binavê “4 derî, 40 mekan” hate pêşkêş kirin. Her wiha dê di demjimêr 19:00’an de li Stadyûma Bajarê Dêrsimê konser bê dayîn.
----


