Diyarname
Mebûsê DTP’ê Şerafettin Halis pêşniyarzagoneke da mevlisê û xwest navê Dêrsimê ku hatiye guhartin bê qebûlkirin.
Mebûsê Dêrsimê yê DTP’ê Şerafettin Halis pêşniyarzagoneke da meclisê û wisa got: “Di 7’ê sermaweza 1935’an di hevdîtina ‘Teşkîlana Wîlayeta Mûnzûr û Der Barê Zagona Îdarî de’ xwestine navê bajêr bibe Mûnzûr lê Wezîrê Karên Hundir ê wê demê Şukru Kaya pêşniyara ‘Tuncelî’ kiriye û ev zagon hatiye qebûlkirin. Bajarê ku nave wê yê Dêrsim bû di 25’ê berfanbara 1935’an de bi “Zagona Tuncelî” hatiye guhartin û wekî Tuncelî bi awayekî fermî hatiye qebûlkirin. Ev zagon bi hejmara 2884’an di sala 1947’an de ketiye jiyanê.
Xalis di pêşniyarzagona ku da meclisê de xwest ku navê bajar ji nû ve wekî Dêrsim bi awayekî fermî bê qebûlkirin.
Wezîrê dewletê: Ev çalakiyeke cudaxwazî ye
Wezîrê Dewletê Mehmet Ali Şahin li Mereşê di dema serdana walîtiyê de li ser daxwaza Halis bersiva rojnamegeran da û got: “Di rojeva hikumeta me de tişteke wisa nîn e. Em vê yekê şaş dibînin. Em vê yekê wekî çalakiyeke cudaxwazan dibînin. Lewre em tişteke bi vî rengî red dikin.”


