Stockholm
Zimanzan û mamosteyê zimanê kurdî Haydar Diljen ji bo xebata ku bo kurdî kiriye ji aliyê Şaredariya Vasterosa Swêdê ve hat xelatkirin.
Zimanzan û mamoste Haydar Diljen ev bi salan e li Swêdê dijî, heta niha li ser kurdî gelek pirtûk amade kirine û ji zû de ye jî malpera "Dibistana Kurdî" bi rê ve dibe. Her wiha wî bernameya ABC'ya kurdî ya di Iphoneê de tê bikaranîn amade kiribû.
Ev barname ji bo zarokên di navbera 18 meh û 16 salî de ye û di kurtedemê de dê ev bername di telefonên bi pergala android de jî bê bikaranîn.
Ji ber van xebatên wî Şaredariya Vasteraso ya Swêdê Xelata Pedagojiyê da Diljen. Digel Dijlen, heman xelat da mamosteyên swêdî Eva Johansson, Helen Larsson û Magnus Klingberg jî
Şaredariya Vasteros ku her qîmetê dide zimanê zikmakî, her sal konferansa mamosteyên kurd jî li dar dixe.
Ji ANF'ê hatiye girtin.


