Diyarname
Roja 26'ê mehê li Cizêrê û li Stenbolê ji bo rojbûna rewşenbîr Celadet Alî Bedir-Xan du çalakiyên cihê hatin li dar xistin. Çalakiya mezin li Stenbolê bû.
CIZÎRIYAN CELADET BIBÎR ANÎN
Komeleya Birca Belek a Çand û Hunerê li Cizîrê ji bo rojbûna Celadet Alî Bedir-Xan çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de pankarta têde gotina Bedirxan nivîsî “Kurdino! Malxirabino, an nebêjin em kurd in an jî bi kurdî bixwînin, binivîsin û biaxivin!” daliqand. Rêxistina DEM Partî ya Cizîrê, Dayikên Aştiyê û gelek kesên din li çalakiyê amade bûn.
Hevserokê Birca Belek Cahit Akil bi kurdî li ser jiyana Bedir-Xan sekinî. Dûre dengbêjan klam gotin.
LI STENBOLÊ ÇALAKIYA MEZIN
Li Stenbolê di bin pêşengiya Komîsyona Çand û Hunerê ya DEM Partî de û bi piştgiriya saziyên çandî yên kurdan wekî NÇM, Enstîtuya Kurdî, Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo çalakiyeke berfireh hat li dar xistin.
Çalakiya ji bo rojbûna Celadet Alî Bedir-Xan li Salona Cemal Reşit Rey ku saloneke navdar e li dar ket. Kurd yekem car li vê salonê çalakiyê li dar dixin.
DEKOREK TAYBET JI BO LÎSTIKA CELADET
Çalakiya ku Sakîne Jîr pêşkêşvaniya wê kir, bi pifkirina dûdikê ji aliyê Mîroyê Qanat ve dest pê kir. Qanat ku şagirtê Egîrê Cimo ye bi dûdika xwe rengek û dengek da şevê. Dûre şanoger Omer Şahin lîstika ku li ser jiyana Celadet Alî Bedir-Xan amade kiribû pêşkêş kir. Ji bo lîstikê dekorek taybet hatibû çêkirin: Bîra ku Celadet têde xeniqî bû, wekî temsîlî kursî û maseya ku li ser xebata xwe kiribû, bahol û kincên wî hebûn. Di lîstikê de ji bûyînê heta mirinê jiyana Bedir-Xan hatibû rêstin.
Paşê vê carê dengê bilûrê, dengê bilûra Cihan Aslan ji ser dikê hat û bi dûre Selîm Temo derket ser dikê.
JI GELEK ALIYAN VE CELADET
Temo ku li ser kursiya temsîlî rûnişt û metna li ser jiyana Celadet amade kiribû pêşkêş kir, berî vê got, "Tiştek xweş e mirov li ser kursiya Celadet temsil dike rûne." Temo metna xwe ya bi ser navê "Çend Celadet hene?" de li ser jiyana Celadet Alî Bedir-Xan bi dorfirehî sekinî; qala Celadetê rewşenbîr, nivîskar, wergêr, cotkar, şoreşger û hwd. kir.
PIRTÛKEKE JI SALA 1959'AN
Nivîskar Firat Cewerî jî qala serboriya çawa Hawar peyda kiriye kir. Cewerî li Swêdê rojek diçe pirtûkxaneya zanîngehê û pirsa pirtûkên kurdî dike, hene yan na. Cewerî wisa got, "Xanimê pirtûkek anî da ber min, di sala 1959'an de hatibû weşandin. Nivîsên Hawar, Ronahî û Roja Nû têde hebûn. Yekem car min li wir Hawar dît. Sala 1987'an de ji bo Hawarê min berê xew da mala Celadet. Ez çûm cem Osman Sebrî bûm mêvan û ji wir jî çûm cem Sînemxanê. Armanca min ew bû hemû Hawarê bibim û ji nû ve çap bikim."
Cewerî got ku yekem car roja 19'ê gulana 1998'an de hemû hawar derxistiye û qala wê serdemê kir.
Di çalakiya êvarê de Diljen Ronî qala bîranîna xwe ligel bavê xwe kir ku bavê wî ew wekî naviyê Bedirxaniyan daye nasîn. Berken Bereh (bi vîdyoyê beşdar bû), Roza Metina û Bawer Ronahî jî helbestên Celadet xwendin. Li aliyê din ji malbata Bedirxaniyan jî Azad Bedirxan û keça Celadet Sînem Bedirxan bi vîdyoyê beşdarî çalakiyê bûn.
Çalakî bi klamên dengbêjan bi dawî bû. Dengbêj Hedîye, Mihemedê Serhedî û Şoreş Mehmûdî bi klamên xwe reng û deng dan şevê. Şev ligel dengbêjan û temaşevanan bi hev re bi strînê strana "Zimanê kurdî" bi dawî bû.