Diyarname
Pirtûka Erika Mitchell a bi navê "Fifty Shades of Grey" ku li dinyayê zêdetirî 40 mîlyon hebî firotiye li Fransayê dest avêt rekoreke din. Li Fransayê bi beşdariya nivîskar roja îmzeyê hat lidarxistin û di wê rojê de 40 hezar heb pirtûk hatin firotin.
Nivîskar Erika Mitchell ne navê xwe yê rastîn, ji xwe re navek wekî "E.L. James" peyda kiribû pirtûk bi vî navî derxistibû. Piştî pirtûk derket û navdar bû Erika Mitchell navê xwe eşkere kir ku wê ev pirtûk nivîsandiye.
Pirtûka "Fifty Shades of Grey" li Fransayê roja yekemîn a îmzekirinê de 40 hezar heb, roja dûre jî 15 hezar heb firotin û rekora pirtûka dawî ya sêbareya Harry Potter xikand.
"Fifty Shades of Grey" heta niha li dinyayê li 37 zimanan hatiye wergerandin. Pirtûk pêşî di qada elektronîkî de hatiye weşandin û piştî rastî eleqeyeke mezin hat, hat çapkirin. Pirtûk li Tirkiyeyê bi tirkî jî hatiye weşandin û li Tirkiyeyê jî rastî eleqeyeke mezin tê. Loma pirtûk li cem "korsanan" jî peyda dibe.
***
Nûçeya eleqedar:
- Mebûsa jin pirtûka erotîk dixwîne


