Diyarname
Li gelek welatan niha meclis di betlaneyê de ne. Û li betlaneyê mebûsek jin girtiye pirtûkek erotîk girtiye destê xwe û dixwîne.
Em qala mebûla Îtalyayê Nicole Minetti (27) dikin. Minetti li Malibu li betlaneyê ye û pirtûka nivîskara îngilîz Erika Mitchell a bi navê "Fifty Shades of Grey" (50 siyên Grey) dixwîne.
Mebûs Nicole Minetti ku demekê diransazî jî kiriye her bi dîmenên magazînî dikeve rojevê. Berê hatibû îdîakirin ku wê ji bo şahiyên "Bunga Bunga" yên Serokwezîrê berê yê Îtalyayê Silvio Berlusconi keçik eyar kiribûn.
Vê carê jî bi dîmenên xwe yên li ber behrê ku pirtûka erotîk dixwend ket rojevê Nicole Minetti. Pirtûka Erika Mitchell tenê di malpera Amazon a beşa Îngilistanê de ji meha adarê heta niha 3.4 mîlyon heb firotiye.
Tê gotin ku ev pirtûka erotîk a nivîskara îngilîz Mitchell di dawiya vê mehê de li Tirkiyeyê jî bikeve piyaseyê


