Diyarname
Li Stenbol, Mêrsîn, Îzmîr, Mêrdin, Antalya û Rihayê kongreya rêxistinên xwe yên bajaran li dar xist û serokên rêxistinên bajaran hilbijart.
STENBOL
Di kongreya BDP'ê ya Rêxistina Stenbolê de Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak got: "BDP, nûnera kevneşopiya Denîzan, Mahiran, Mazlûman e, partiya azadiya gelan e û li hemberî zordariyê emê ber xwe bidin."
Di 2'yemîn Kongreya Asayî ya ku li Salona Dawetê Hanoglu re li dar ket de Asiya Kolçak ji bo Seroka BDP'a Stenbolê, Ali Riza Bilgili jî ji bo hevserokî hat hilbijartin.
MÊRSÎN
Di Kongreya BDP'ê ya Mêrsînê de Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaş axivî û got: "BDP ne partiyeke ji rêzê ye, ew tevgera gel e. Bi girtinên hûn nikarin pêşî li tevgera gel bigirin. Hûn vî gelî bi temamî ji holê rakin jî hûn nikarin rastiyê ji holê rakin. Şan û berxwedana vî gelî li ser vê axê dê bidome."
Di kongreyê de Musa Kulu û Aynur Aşan ji bo hevserokatiya BDP'a Mêrsînê hatin hilbijartin.
MÊRDÎN
Di kongreya rêxistina BDP'a Mêrdînê de İstihan Sihem û Abdullah Akikol ji bo hevserokatiyê hatin hilbijartin.
RIHA
Di kongreya rêxistina BDP'a Rihayê de Fatma İzol wekî Seroka BDP'a Rihayê hat hilbijantin.
ÎZMÎR
Di kongreya rêxistina BDP'a Îzmîrê ku li Salona Konferansa Fûarê li dar ket de endama Meclisa Partiyê ya BDP'ê Yildiz Yildirim ji bo serokatiya rêxistina Îzmîrê hat hilbijartin û Fuat Mikailoglu jî ji bo hevserokatiyê hat hilbijartin.
ANTALYA
Di kongreya rêxistina Antalyayê de jî, İhsan Nergiz ji bo serokatiya BDP'a Antalyayê hat hilbijartin.
TETWAN
Ji bilî bajaran îro li Tetwanê jî rêxistina BDP'ê kongreya xwe li dar xist. Di kongreyê de Mazlum Akgun bû Serokê BDP'a Tetwanê.
***
Nûçeya eleqedar:
- Serokên Amed û Wanê hatin hilbijartin


