logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Siyasetmedar Mehdî Zana mir
  2. Afîşên Mîhrîcana Fîlman a Rojava hatin belav kirin
  3. Jinên Amedsporê bi 7-0 li pêş bûn, reqîb vekişiya
  4. Festîvala Fîlman a Bogazîçî li benda fîlman e
  5. Zanîngeha Rojava dijî biryara Wezareta Perwerdehiyê derket
news-details

Fatih: Ger nebe, bila Wezîrê Dadê bibe Waliyê Kerkûkê

  • Dîrok: 13/06/2024
  • Beş: Nûçe

Diyarname
Endama Encumena Parêzgeha Kerkûkê Perwîn Fatîh ji bo Rojnewsê axiviye û gotiye ku piştî Cejna Qurbanê wê yekemîn civîna Encûmena Parêzgariya Kerkûkê bê lidarxistin û pêşniyarî ji Sûdanî re dike ku eger aliyên siyasî negihin lihevkirinekê, bila Wezîrê Dadê yê Iraqê wekî Parêzgarê Kerkûkê destnîşan bike. Fatih wisa got, “Eger PDK bi kurdan re tifaqê neke û bi ereban re bike, ji bo PDK’ê û dîroka wê gelek xerab be.”
'2 HEFTE DEM DAYE PARTIYAN'
Perwîn Fatîh wisa gotiye: “Li gorî civîna herî dawî ya ligel aliyên siyasî yên Kerkûkê, Serokwezîrê Iraqê 2 hefte dem daye wan ku li ser pêkanîna hikumeta xwecihî lihev bikin. Lê ji ber hatina Cejna Qurbanê wê piştî cejnê û beriya dawiya meha hezîranê yekemîn civîna Encûmena Parêzgeha Kerkûkê were lidarxistin.”
Di dewamê de wê da zanîn ku danûstandinên avakirina hikumeta xwecihî ya Kerkûkê berdewam dikin, eger alî di civînê de bi Sûdanî re li hev bikin, dê Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê û Parêzgarê Kerkûkê bên hilbijartin lê eger li hev nekin, tenê wê encûmen bê aktîfkirin.
Perwîn Fatîh wiha pêde çû; “Ragirtina posta parêzgariya Kerkûkê ji aliyê ereban ve, di zerera kurdan de ye. Eger di 6 mehên borî de kurdan postê parêzgariyê werbigirta, dê pirsgirêkên ku li Kerkûkê rûberûyê kurdan bûn, çareser bibûna. Ji ber wê jî ne di berjewendiya niştecihên Kerkûkê û bi taybet Kurdan de ye ku dema destnîşankirina parêzgar paşve bixe. Ji ber ku ya niha sûd jê wergirtiye rêveberiya niha ya bajêre ku pirsgirêkên berdewam dê bêhtir sûdê bide wan.”
‘Kurd jî du salên destpêkê dixwazin û ereb jî’
Endama Encûmena Parêzgeha Kerkûkê da zanîn ku eger alî li hev nekin û encama hevdîtinan negihêje encamê, divê her aliyek ji bo yê din tawîzê bide û wiha domand; “Di destpêkê de me daxwaza 4 salan parêzgariya Kerkûkê kir. Lê eger li ser du salan lihevkirinek çêbibe dîsa têgihîştinek çêdibe. Ji ber ku ereb daxwaza du salên destpêkê yên postê Parêzgariya Kerkûkê dikin. Kurd jî daxwaza du salên destpêkê dikin. Ji ber vê yekê hê jî negihîştine tu encamekê.”
SERÎLÊDANA JI BO POSTÊ
Perwîn Fatîh li ser partiyên ku kêm kursî bi dest xistine û li posta parêzgariyê digerin got; “Her partiyek ku daxwaza postê Parêzgarê Kerkûkê bike divê li hejmara kursiyên xwe binêre. Eger partiyek xwedî du kursî ji bo postê parêzgar serlêdanê bike, partiyeke ku tu kursî bi dest nexist jî dikare ji bo postê parêzgar serlêdan bike.”
Endama Encûmena Parêzgeha Kerkûkê eşkere kir ku wê ji Sûdanî re pêşniyar kir ku eger aliyên siyasî heta piştî cejnê li ser destnîşankirina parêzgarê Kerkûkê negihin lihevkirinekê, divê di kabîneya xwe de Wezîrê Dadê yê Iraqê ji bo birêvebirin û çavdêriya parêzgehê destnîşan bike. Ne ji ber ku wezîrê dadê yê niha kurd e, eger ereb bûya, minê heman pêşniyar bikira. Ji ber ku Wezîrê Dadê pişta dewletê ye û dikare li gorî yasayê bi her awayî bi pirsgirêka Kerkûkê re mijûl bibe.”
REWŞA ZAGONÊ
Perwîn got; “Di civînên partiyên siyasî de sistbûnek heye, eger Sûdanî kesekê ji bo vê postê destnîşan bike, dibe ku alî neçar bimînin û hewl bidin hevdu fêm bikin û bigihin encamekê. Ji aliyê yasayî ve, Sûdanî nikare parêzgar tayîn bikin. Ji ber ku hilbijartin desthilatê dide partiyan ku parêzgeran destnîşan bikin. Lê li gor yasaya sererastkirî divê encamên hilbijartinan li Kerkûkê neyê berçavgirtin, ji ber ku bajarekê pir netewe ye, divê parêzgar bi danûstandin û lihevkirina di navbera aliyan de were destnîşankirin.”
QEBÛLKIRINA EREBAN AN KURDAN
Endama Encûmena Kerkûkê got; “Mihemed Şiya Sûdanî dosyaya Kerkûkê girtiye ser milê xwe û hewl dide navbeynkariyê di navbera aliyan de bike ji bo lihevkirina avakirina hikûmeta xwecihî ya Kerkûkê. Madem Sûdanî serpereştê pirsgirêkên Kerkûkê ye, divê rêyek ya çareseriyê jî bi wî re hebe. Lewra rastiyek heye ku eger ereb ji bo kurdan tawîzan bidin, dibe ku cemawerê ereban qebûl neke, an jî kurd ji bo ereban tawîzan bidin, dibe ku cemawerê kurdan qebûl neke. Lêbelê heke Sûdanî wekî kesek serpereşt an hakem ji bo postê parêzgarê Kerkûkê pêşniyar bike, dibe ku alî li hev bikin.”
Perwîn Fatîh da zanîn ku nabe ku encûmena Parêzgeha Kerkûkê were betalkirin, ev gotegotên li ser betalkirina partiyê ne îradeya gel e. Ji ber ku ne Dadgeha Federal û ne jî Serokê Tifaqê ku tu kursî bi dest nexistiye, nikare encûmena bajêr betal bike.
Têkildarî senaryoyên niha li ser hilbijartina Parêzgarê Kerkûkê wiha got; “Berî niha çend welatiyan ji bo feskirina Encûmena Parêzgariya Kerkûkê li Dadgeha Federalî gilî kiribûn. Dadgehê got ‘Ne di desthilata wan de ye ku meclisa parêzgehê hilweşînin’. Ji destpêkê ve ev yek bû bersiv. Ji ber ku Parlamentoya Iraqê piştî heft mehan hat avakirin. Lê niha eger aliyên Kerkûkê li hev nekin, divê Sûdanî bi xwe vê pirsgirêkê çareser bike.”
DIVÊ POST JI BO KURDAN BE
Li gorî Perwîn Fatîh hemû alî hewl dane li hev bikin û ji xwe re senaryoyekê çêbikin ku postê Parêzgarê Kerkûkê bidest bixin û wiha got; “Heta niha ereb jî di nava xwe de ne yek in. Hemû senaryoyên ku berê hatibûn pêşkeşkirin, hemû betal bûn. Niha tenê pêşniyarên du salan hene. Kurd li pêş in ku 2 salên destpêkê yên parêzgariyê bidest bixin. Ji ber ku kurdan heft kursî bi dest xistin. Kurd piranî ne û divê postê parêzgariya Kerkûkê ji bo Kurdan be.”
Di dawiyê de Endama Encûmena Parêzgariya Kerkûkê got; “Eger PDK bi Kurdan re tifaqê neke û bi ereban re bike, ji bo PDK’ê û dîroka wê gelek xerab be. Hemû hewldanên PDK’ê yên ji bo tifaqa bi partiyên din re têk çûn. Her kesê ku bixwaze li derveyî encamên hilbijartinê bi YNK'ê re danûstandinan bike, bê gûman dê têk biçe.”

 

Parve Bike

Youtube Me

Pirtûka helbestan a bi navê “Serêkaniyê” ku ji aliyê Dîlan Şewqî ve hatiye nivîsandin,

news

Siyasetmedar Mehdi Zana ku ev çend roj bûn nexweş bû û li rexweşxaneyê bû îro mir.

news

E-Pirtûka “Gotinên Derûnkolerî” derket û jibo daxistinê linka jêr bitikîne

news

diyarname podcast#diyarname Nivîskarê navdar Daniken mir #booktok #pirtûk #pirtûkênkurdî #books #

news

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

Omer Dilsoz: (di)yekrêzî

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

Roja Tiwaletê

news

"Em neviyê Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Meleyê Cizîrî ne; em rêhevalê Baba Tahirê Ûryan in"

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news

Dengbêj Sebrî Agirî...

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 30 08 2026

Festîvala Fîlman a Bogazîçî li benda fîlman e

news
  • 30 08 2026

Zanîngeha Rojava dijî biryara Wezareta Perwerdehiyê derket

news
  • 29 08 2026

Siyasetmedar Mehdî Zana mir

news
  • 28 08 2026

PKK'ê cara yekê eşkere kir; Heta niha çend winda dane?

news
  • 28 08 2026

Pirtûka ku hê nehatiye çapkirin hat qedexekirin!

news
  • 28 08 2026

PYD: Divê destûra nû ya Sûriyeyê bi zelalî kurdan wekî neteweyek yekgirtî nas bike

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
news

Zerban

  • Omer Dilsoz
news

Binyata mîtolojiya Kawayê Hesinkar di 'Dîrok' a Herodotes de

  • Kazim Polat
news

Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê

  • H. Kovan Baqî
Ev jî hene
ad

YNK û PDK’ê namzetên xwe yên serokomariyê eşkere kirin

ad

Xelata Wêjeyê ya Dublînê dan Rawi Hage

ad

Komek rewşenbîrên ji Başûr hatin ba hev û paşê rewş guherî

ad

LEWergerek nû hat

ad

Boyner: Azadiya mirovan ji parçebûna welat girîngtir e

ad

Helîm Yûsiv çîrokên xwe yên nû dixwîne

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Siyasetmedar Mehdî Zana mir

  • 29 08 2026
news

Afîşên Mîhrîcana Fîlman a Rojava hatin belav kirin

  • 29 08 2026
news

Jinên Amedsporê bi 7-0 li pêş bûn, reqîb vekişiya

  • 29 08 2026
news

Festîvala Fîlman a Bogazîçî li benda fîlman e

  • 30 08 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname