Diyarname
Helbestvan Arjen Arî di 12'emîn salvegera mirina xwe de li Amedê biçalakiyek hat bibîranîn.
Çalakiya bîranînê êvara 17'ê mehê li Çandamedê li dar ket. Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun û gelek kesên din beşdar bûn.
Xwişka Arjen arî Necla arî axaftina destpêkê kir. i ser navê Weşanên Sor jî Rojhat Turgut axivîn.
Di bernameyê de pêşî pêşangeha wêneyan hat vekirin. Dûre sînevîzyonê hat nîşandayîn û helbest hatin xwendin. Dûre hunermend Mehmet Atli û Xalit Tarî derketin ser dikê û stranên xwe pêşkêş kirin.
Her wiha fîlmê derhêner Bilal Korkut "Bîraxane" ji helbestên Arî hatibû girtin jî hat nîşandayîn.


