logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Piştî 12 salan Li Girê Koxê dîsa dema festîvalê ye
  2. Cîgirê Serokê MHP'ê li ser pêvajoyê mînaka IRA û FARC'ê da
  3. Hûmara newî ay "Bajar"î veciya
  4. Va ye anketa dawî: Yenî Parti yekem e, ji bo DEM Partî hişyarî ye
  5. Festîvala Koxê bi meşê dest pê kir

Çorê ARDA

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Çorê ARDA

Çorê ARDA

Tifaqî = Hezkirin

  • Dîrok: 28/06/2026

Ji bo guhdarîkirinê:

 

Di hundirê tifaqiyê de ji hev du hezkirineke ji dil tune be ew ne tifaqîbûn e, xwexapandin e û dirûtî ye;, helbet encam têkçûn e.

Tifaqîbûn tevgereke dijwar e, di rihiyeta mirov de dijwarbûn heye, çimkî mirov bi xwe nakok in, îcar wê çawa xwedî tifaq bin. 

Ji mêj ve ev rastiyek e. Ji Adem bigire heta kurên wî Habîl û Kabîl, wekî em dizanin yek başiyê û yê din xirabiyê dipejirîne. Em ji çîroka Habîl û Kabîl jî têdigihêjin ku tifaqî dijwar e, di mekanîzmaya mirov de ango di mekanîzma rêveberiya mirov de ego, hiş, hişmendî, binhiş û derhiş heye.
Têgehên psîkoanîlzmê mekanîzma mirov bi rê ve dibe, bi taybetî jî hestên nefretê, hesûdiyê, kîndariyê û dijminatiyê di cîhan û kesayeta mirov de xwedî roleke girîng digire, di sersebebê rûxandin û têkçûna tifaqiyê de xwedî temsîliyet in.

Çima du bira nikarin li hev bikin? Îcar çawa civak, dewlet û rêveberên wan wê li hev bikin. Heke li hev bikin jî, wê lihevkirineke zagonî be, ango wê lihevkirineke ne ji dilî be. Lihevkirina zagonî dê çiqas serketî be? Loma zagona ji dilî lihevkirin ji hemû zagonan bilindtir û serbilindtir e. Zagona ji dil zagona tifaqiyê ye û rûxandina wê dijwar e. Lê belê zagona tifaqiya qanûnî dê rojekê birûxe. Rast e, civak û cûreyên civakî bê pergal û zagon nabe, mesele zagon û pergal çawa hatine avakirin. Li ser kîjan hîm û esasî hatiye qorkirin û lêkirin, heke li ser dîwarên ji dil hatibin qorkirin, dê pergal û zagon temendirêj bin, na heke ji mecbûrî (ne ji dil) dîwarên zagon û pergalan hatibin avakirin, dê dîwarê me rojekê birûx e. Mabesta me ji dil çi ye, hezkirin e, heke hezkirin tune be, tu tişt jî ava nabe, ma bê hezkirin çi ava bûye, heke ava bûbe jî talî xira dibe.

Her tişt divê aşê hezkirinê têde hebe, aşê tifaqiyê hezkirin e, ger di aşê tifaqiyê de hezkirin tune be, talî genim nayê hêrandin. A ku pêşbirîniya hezkirinê dike, dexs, hesûdî, dijminatî û nefret e. Hestên rûxandinê dibe sersebebê bêtifaqiyê û tevlîhevdubûnê. Hezkirin qûçlêkirin e, hesûdî û nefret jî xirakirin e. Têkiliya di navbera hezkirin û neftret û hesûdiyê de têkiliyeke kompleks heye, her wiha hevaltiyeke paradoksal e. Loma ne hêsan e. Ev têgeh di mekanîzma mirov de xwedî ciyekî taybet in, di rêveberiya mirov de desthilatdar in. Tifaqî di binê sîwana van têgehan de dieciqe. A ku pêl pedal, frên û debriyajê dike aqil e, ego û hişmendî ye. Aqil jî zagon e, di aqil de pirsgirêka hezkirinê dest pê dike, çimkî hezkirin bi êqil nabe, wê çaxê îcar wê çawa tifaqî ava bibe.

Divê tifaqî bi aşê hezkirinê ava bibe. An jî divê em vê pirsê bikin, tifaqî bi aşê êqil an jî bi aşê hezkirinê kîjan? An jî divê aşê êqil û hezkirinê bi hevdu re bên hêrandin? Helbet pirsek û bersiveke dijwar e. Çimkî du têgehên dijber û asê ne. Tifaqîbûn girêdayî êqil û jidilbûnekê ye, ne girêdayiyê berjewendiyan e, heke tifaqîbûn konê xwe li ber siya dara berjewendiyan raxîne ya wê çaxê dê bihedime û biherime, di tifaqiyê de ehleqa paqijiyê û bêqirêjiyê lazim e. Helbet mirov kêmasiyên hevdu bibîne û rexne bike bo tifaqiyê baş e, lê belê mere kêmasiyê hev bibîne, rexneya xwe li gor berjewendiyên şexsî bike nabe. Ji bo ku her kes du çepikan lêxê û egoyê binepixîne rexne nabe û teqez  nabe. Çimkî talî ew rexneya berjewendî dê rojekê bibe xwelî, xwelî li serî, û li ber bê bikeve. Helbet rexneya berjewendî rexneyeke pûç û vala ye. Ev şêwaz bo bê dîtinê ye, bo popularîteyê ye. Derdê hatedîtinê an jî bêdîtinê sedema rûxangeriya tifaqiyê ye. Sedema têkçûna takesî û şexsî ye, xwe têkçûn e, ango ji xwe xwarin e. Di bingeha hatedîtinê an jî bêdîtinê de berjewendî û ego heye, rewşeke derûnî ya paradoksal e. Em dikarin bibêjin nexweşiyeke derûnî ye. Nexweşiya bêecibandin, bêdîtin, nexweşiyeke narsîstîk e, narsîzm divê dinya li dora wî/ê bizivîre, tevgerên wiha ji tifaqiyê dûr e, heta sersebebê xirakirina tifaqiyê ye. Hasil kelam, heta ku mirov bêje: Ez, ez, ez, ez tu tifaqî û hezkirin ava nabe, loma tifaqî dijwar e, pênc tiliyên mirov ne wekhev in, divê berê berê pênc tiliyên mirov ji hevdu hez bikin, bi kurtasî gerek hezkirin hebe, bêhezkirin tifaqî û li dora masê civandin ava nabe. 

Divê her çar lingên masê ji hevdu hez bikin. Hezkirineke kolektîf gerek hebe an na nabe. Wekî gotina dawiyê dikarim bibêjim Tifaqî=Hezkirin e= hezkirina kolektîf e. Berevajî wê=xirakirin e û jixwexwarin e.

Hin Nivîsen Nivîskar

HELBESTÊN EKSPRESYONÎSTÎK

  • 11 Adar 2019

Piraniya helbestên helbestvana me ji hest û helbestên tîr, tûj û no diwelidin ango helbestên me hinekî ji hestên ne-seqakirî afirîne. Îcar ez ê...

NIVIŞTÊN ŞOREŞÊ

  • 04 Rêbendan 2020

Ji bo” Koma Xwendinê A Amedê û Endamên wê...”Romana Rênas Jiyan a bi navê “Stranên Sor Niviştên Mor” de du dikên sehneyan heye û...

Di Rênas Jiyan de huner

  • 06 Kewçêr 2023

Peyv, têgihîştina bireserê û fêmkirina wê ye û peyv li ser bireserê alava desthilatdariyê ye.(1) Yanê peyv pir girîng in, gotin û xweşgotin di hunerê...

Hemû Nivîsen Çorê ARDA

Çorê ARDA kî ye?

Çorê Arda di sala 1979'an de li Heramya taxa Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdinê hatiye dinê. Dibistana seretayî û navîn û lîse li Dêrikê xwendiye. Wî Zanîngela Dîcleyê beşa wênesaziyê qedandiye. Ew niha li Dêrikê mamostetî dike. Heta niha gelek nivîs û çîrokên wî di kovarên wekî Çirûsk, Heterotopîa, Felsefevan, Axa Sor, Dilopê de derketine. Arda ji destpêka 2019'an ve di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike.

Pirtûkên wî:

- 496, Weşanên Belkî, 2016, Roman

- Roman, Weşanên Belkî, 2017, Roman

- Rexne û Rexnegirî, Weşanên Belkî, 2021, Teorî

- Mêşo, Weşanên Payîz, 2021, Çîrok

- Rexne û Rexnegirî II, 2024, Rexne

Youtube Me

diyarname podcast festival3 4 #diyarname #deng

news

Piştî 12 salan Li Girê Koxê dîsa dema festîvalê ye

news

NOFA / Eylul Nazlier

news

Pêşbaziya Çîrokan li benda berheman e#shortsvideo #shortsviral #shortsvideos

news

diyarname podcast#diyarname Nivîskarê navdar Daniken mir #booktok #pirtûk #pirtûkênkurdî #books #

news

DILDAya Selahattin Demirtaşî

news

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

Omer Dilsoz: (di)yekrêzî

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

Diyarname Podcast shorts#booktok #kovar#nûbihar# #pirtûkênkurdî #diyarname

news

Omer Dilsoz: Ka “şîva miriyên vê fûarê!”

news

Diyarname Shorts sernivîs nûçe #podcast#nûçe#çandhuner

news

Roja Tiwaletê

news

"Em neviyê Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Meleyê Cizîrî ne; em rêhevalê Baba Tahirê Ûryan in"

news

Dixwazin zozaneke din a kurdan talan bikin

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Dilşêr Bêwar: Tava li belekiyan bişirî

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news

Dengbêj Sebrî Agirî...

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
news

Zerban

  • Omer Dilsoz
news

Binyata mîtolojiya Kawayê Hesinkar di 'Dîrok' a Herodotes de

  • Kazim Polat
news

Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê

  • H. Kovan Baqî
news

Li pey Heyatê: Here ku tu naçî

  • Dilşêr Bêwar
news

Qadek malwêranî ya nivîskar, rewşenbîr û hunermendên kurd

  • Hogir Berbir
news

Qirdiktî

  • yeqîn h.
Ev jî hene
ad

"Destaneke Serhildanê: Bêrîvan" tê nîşandayîn

ad

Ahmed Arîf vê carê bi lîstikek şanoyê li Amedê ye

ad

Li Kerkûrê pêşangeha pirtûkan

ad

Enstîtuya Kurdî: Em girtina Azadiya Welat bi tundî şermezar dikin

ad

Bi jiyan û berhemên xwe Mela Mehmûdê Bazîdî

ad

Salih Muslim çû Moskovayê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Piştî 12 salan Li Girê Koxê dîsa dema festîvalê ye

  • 06 08 2026
news

Cîgirê Serokê MHP'ê li ser pêvajoyê mînaka IRA û FARC'ê da

  • 07 08 2026
news

Hûmara newî ay "Bajar"î veciya

  • 07 08 2026
news

Va ye anketa dawî: Yenî Parti yekem e, ji bo DEM Partî hişyarî ye

  • 07 08 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname